Diyarname
Serena Williams di sala 1981'ê de li DYA'yê hatiye dinê. Di sala 2005'an de kovara tenîsê ya li dinyayê navdar 17'emîn lîstikvana herî baş a 40 salên dawî hilbijart. Wê di ciwaniya xwe de ligel xwişka xwe Venus Williams dest bi tenîsê kir bi awayekî profesyonel û di kurtedemê de bû yekemîn. Û niha li dinyayê ew jina sporkar a herî zêde pere kar dike ye. Çîrok bi vê naqede; çîrok niha dest pê dike: Roja 28'ê mehê di fînala tenîsê a jinan a li Avustralyayê ya Vekirî de her du xwişk Serena Williams û Venus Willians hatin hemberî hev. Serena Williams xwişka xwe bi 2-0 têk bir û bû şampiyon. Bi vê yekê bû 23 caran ew şampiyoniya Grand Slamê bi dest dixe.
Graf 22 caran bi ser ketibû
Berî Serena Williams tenîskara navdar Stefanie Graf a hemwelatiya alman 22 caran şampiyoniya Grant Slam bi dest xistibû û li dinyayê kesa herî zêde ev şampiyoniyê bi dest xistibû bû. Niha Serena Williams bi şampiyoniya nû rekora Graf bi dest xist.
Grafa ku di sala 1969'an de li Mannheima Almanyayê hatiye dinê di navbera 1982-1999'an de bi awayekî profesyonel tenîs lîst û navê xwe li dinyayê nivîsî bû. Graf piştî ku dest ji tenîsê berda ligel tenîskarekî din Andre Agassi zewicî û pêşî kurikek bi navê Jaden Gil ji bo wan çêbû û dûre keçikek anîn dinyayê ku navê Jaz Elle lê kirin.
Serena Williams ku niha bi ser ket di sala 1995'an de bi awayekî profesyonel dest bi tenîsê kir, heta niha 7 caran Avusturalyaya Vekirî, 3 caran Fransaya Vekirî, 7 Wimbledon, 6 caran jî di tenîsa Amerîka Vekirî de bi ser ket û navê xwe li dîroka tenîsê kir.
'Venus neba ez bi ser nediketim'
Serena Williams piştî maçê wisa got: "Ez vê kêliyê bi sipasiya ji bo Venus pîroz dikim. Ew kesek mikemel e. Ew neba ez nedigihîştim 23 serketinê. Ew neba ez nedibûm yekemîn. Ew îlhama min e, ew sedem e ku ez îro li vir im û em Williamsên xwişk li vir in."
Xwişka Williams Venus Williams jî diyar kir ku ew gelek bi wê serbilind e.


