Diyarname
Kovara Nûbiharê ku sê mehan carekê dertê hejmara xwe ya havînê, wekî hejmara 120'emîn derxist. Di kovarê de nivîsên lêkolîn, çîrok, helbest û wergerên hatine weşandin.
Li Tirkiyeyê kurd perwerdehiya bi zimakê zikmakî ji dibistana seretayî heta zanîngehê dixwazin, lê dewlet tenê derfetê dê bide kurdî ku li dibistanên pola 5-6-7'an bibe dersa hilbijêr. Mesele û nîqaş didome. Berpirsiyarê giştî yê kovarê Suleyman Çevîk jî li ser vê meseleyê sekiniye. Çevîk li ser meseleyê gotiye “Mirina zimanekî mirina miletekî ye…" û di nivîsên de fikra xwe ya li ser ziman û perwerdehiyê aniye ziman.
Abdullah İncekan di nivîsa xwe de siyaseta ku li ser zimanê Kurdî tê meşandin analîz û rexne dike. Pêşeng Pêtoyan jî di nivîsa xwe ya bi navê “Edebiyata Kurdî ya nû” de di destpêka salên 1900'î de behsa kovar, rojname û şexsiyetên wê demê dike.
Dr. Abdurrahman Adak di nivîsa xwe de li ser sê heb wergerên Mem û Zînê ku Ehmed Faîq, Ebdulezîz Xalis û Zulfîkar Fethî di dema Osmaniyan de wergerandine tirkî disekine.
Ayhan Geverî li ser qisseya Yûsuf û Zuleyxayê ya ku Selîmê Hîzanî nivîsiye sekiniye. Ev qisse di nav edebiyata Rojhilat de gelek navdar e û gelek kes li ser vê hikayeyê sekinîne. Li gor hindek îdîayan ew Yûsuf û Zuleyxa ya Ehmedê Xanî ye. Geverî di vê nivîsa xwe de bersiva wan îdîayan jî dide û dibêje ew berhem ne ya Xanî ye.
Bi helbestên xwe Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Dilêr Zana, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Mehmûd Derwêş, Osman Îzol, Huseyîn Şemrexî, Receb Yîgîtbay, Dilşad Mutî, Çetîn Lodî, Ekrem Şen, Murat Zengîn, Mamoste Çagabey û Sîpanî; bi lêkolîn, ceribandin û çîrokên xwe Ali Karadeniz, Mesud Serfiraz, M. Zahir Ertekin, Fahrî Ayhan, Edîb Polat, Têmûrê Xelîl, Emre Mehenî, Fîkret Koşar, Felat Dilgeş, Haşim Amedî, Mehmet Bozkoyun, Maşallah Melezgirtî, Dilazad, M. Fadil Edebalî, Şemoyê Memê, Murad Celalî, Huseyîn Çakan, Umer Farûq Ersoz û Murad Canşad di kovarê de cih girtiye.
Her wiha Bahadîn Cibilgiravî jî bi wenesaz Nevîn Reşan Gungor re hevpeyvînek çêkiriye û hevpeyvînê di kovarê de cih girtiye.


