Diyarname
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama vê carê li Qahîreyê axivî. Vane kîteyên ji axaftina wî:
Obama li Zanîngeha Qahîreyê ji bo alema îslamê axivî. Wî bi 'selamun eleykum'ê silav li temaşevan kir, ji Quranê ayet xwend û bi vê yekê ji bo wî li çepikan dan. Obama ev kîte pêşkêş kir:
- Serê pêşî karê min ew e ku ez gelê Amerîkayê biparêzim.
- Ji bo têkiliya bi hurmet a di navbera mislimanan û DYA'yê de saz bibe û bêewlehî ji holê rabe ez hatime vêderê.
- Îsraîl divê hebûna dewleta Filistînê nas bike. Hamas jî Îsraîlê nas bike.
- Em amade ne ku bêyî pêşmercan em û Îran ber bi hev ve gavan bavêjin.
- Hêza leşkerî ya li Afganistan û Pakistanê bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çareser bike. Di 5 salên pêşiya me de her sal emê mîlyar û nîv dolar razemenî pêk bînin.
- Azadiya ol gelan tîme bav hev. Bawerî divê mirovan bîne ba hev.
- Di sala 1953'yan de li Îranê li hemberî Serokwezîr Mihemed Misadiq me jî di nav derbeyê de cih girt.
- (ji bo Iraqê got) Her çiqas gel di wê baweriyê de be ku ji dema Seddam baştir e rewşa wan, bûyerên li vî welatê nîşan dane ku divê Amerîka pirsgirêka bi rêya dîplomasiyê çareser bike û heta bikaribe fikra dewletên navneteweyî bigire.
- (Ji bo ciwanan got) Tu ji kîjan olî dibî bibe, ji kîjan welatî dibî bibe, tu ji her kesî zêdetir xwedî hêz î ku vê dinyayê ji nû ve saz bikî.
- (ji bo jinan got) Li Rojavayê fikra jinek serê xwe girê bide ji yên din kêmtir xwedî maf e heye. Lê jina ku fersend nedane wê dê çawa wekhevî çêbibe.
Bi giştî sî kanalan axaftina Obama bi awayekî zindî weşand. Obama xîtabî mîlyar û nîv mislimanî kir.


