Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lêkolînek hat kirin û derket holê ku bi qasî tê texmînkirin zêdetir cixareya elektronîk bi zirar e. Di lêkolînê de hat gotin ku talûkeya qeyrana dil di kesên vê cixareyê bikar tînin de li gor yên bikar naynin sedî 34 zêdetir e.
Lêkolîn ji aliyê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kansasê ve hatiye kirin. Di kesên vê cixareyê bikar tînin de sedî 25 nexweşiya dil zêdetir dike. Doç. Mohinder Vindhyal wisa gotiye: "Heta îro zêde bi zirara cixareya elektronîk a li ser qelb û rehan nedihat zanîn. Daneyên ku me bi dest xistin nîşane ne û ev yek di warê talûkeya cixareya elektronîk de çalakî û hayjêbûnan derxe holê."
Ji bo lêkolînê di salên 2014, 2016 û 2017'an de reaksiyonên 100 hezar kesî girtine dest û encam jê derxistine.
Li DYA'yê di sala 2018'an de li gor sala berî wê sedî 78 bikaranîna cixareya elekronîk zêde bûye.