Diyarname
Di maçên UEFA'yê yên Lîga Ewropaya û Lîga Konfederasyonê de êvara 5'ê mehên maçên dawî yên nîv fînalê hatin lîstin û tîmên ku derketin fînalê diyar bûn.
LÎGA EWROPAYÊ
Di Lîga Ewropayê de tîma alman Eintracht Frankfurt li mal axwe bi 1-0 z ora tîma îngilîz West Ham Unitedê bir. Di maça yekem de jî ew bi 2-1 bi ser ketibû û bi vê yekê bilêta fînalê girt.
Di maça din de jî tîma Skoçyayê Rangers tîma alman RB Leipzing kir mêvan. Rangersê bi 3-1 ew têk bir. Di maça yekem de bi 1-0 têk çûbû lê bi skora dawî Rangers çû fînalê û bû reqîbê Frankfurtê.
Maça fînalê ya Eintracht Frankfurt û Rangersê 18'ê vê mehê saet 22'yan de li Spanyêya li Stada Estadio Ramon Sanchez Pizjuan a Sevillayê bê lîstin.
LÎGA KONFEDERASYONÊ
Di maçên nîv fînalê yîn Lîga Konfederasyonê de jî Roma û Feyenoord çûn fînalê.
Feyenoord li Marsilyayê bû mêvan û maç bi 0-0'ê bi dawî bû. Ji ber di maça yekemîn de Feyenoord bi 3-2 bi ser ketibû bilêtê fînalê xist bêrîka xwe.
Di maça din de jî tîma îtalî Romayê tîma îngilîz Leicester City bi 1-0 têk bir. Di maça pêşî de ew bi 1-1'ê ji sehayê veqetiyabûn. Bi vê encamê Roma çû fînalê.
Maça fînalê di navbera tîma îtalî Roma û tîma hollandî Feyenoordê de bê lîstin. Maça fînalê roja 25'ê vê mehê saet 22'yan de dê li Stada Air Albania ya li Tîrana Albeniayê bê lîstin.
LÎGA ŞAMPIYONAN
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de jî pêr û pitir pêr fînalîst diyar bûbûn. Tîma îngilîz Liverpool û tîma spanyolî Real Madrîd derketin fînalê. Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan dê roja 28’ê vê mehê li Fransayê li Stade de Farnce ya li Parîsê bê lîstin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Real Madrîdê piştî 120 deqîqeyan bilêta xwe kir bêrîka xwe