Diyarname
Di Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de vê hefteyê maçên çarîk fînalê hene.
Di Lîga Şampiyonan de maçên çarîk fînalê 11'ê mehê dest pê kirin. Di maçên yekemîn de Manchester City li mala xwe Bayer Munih bi 3-0 têk bir. Interê jî li deplasmanê Benfica bi 2-0 têk bir.
Di maçên din ku duh êvarê hatin lîstin de Real Madridê li mala xwe 2 gol avêtin Chelsea. Milanê jî li mala xwe tîma din a îtalyan Napolî kir mêvan û bi 1-0 bi ser ket.
Maçên duyemîn ên vê lîgê dê rojên 18 û 19'ê mehê bêne lîstin.
LÎGA EWROPAYÊ
Di Lîga Ewropayê de maçên çarîk fînalê îro têne lîstin. Çar maç hene:
Maça Feyenoord û Romayê saet 19.45'an de, maçên Juventus - S. Lizbon, Manchester United-Sevilla û Leverkusen-U.Saint-Gilloise jî saet 22.00'an de têne lîstin.
Maçên duyemîn ên çarîk fînalê dê roja 20'ê mehê bêne lîstin
KÛPAYA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê de jî çar maç hene. Maça Gent - West Ham Unitedê saet 19.45'a de tê lîstin. Maçên din saet 22.00'an de ne:
Basel - Nice
Lech Poznan - Fiorentina
Anderlecht - AZ
Maçên duyemîn ên vê lîgê jî 20'ê mehê dê bêne lîstin.
Di encaman maçên duyemîn de tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Manchester City û Interê nîvê derî vekir


