Diyarname
Danîmarka dibistanan vedike, li Çînê îro kes nemir, RTD'ê qala pêdiviya hêmşîreyan kir... Vane hemû agahiyên ên li ser vîrusa koronayê ku derketine pêş...
KENY li hev dicive
Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) yekem car dê li ser vîruso koronayê (Covid-19) li hev bicive. Civîna wan dê vê pêncşemê (9'ê avrêlê) li dar bikeve. KENY bi gotina li hemberî covid-19 tu gav neavêtiye hatibû rexnekirin.
Li Çînê 24 saetan kes nemir
Çîn ku serê pêşî vîrus li wir derketibû û di nav gelek zehmetiyan de bû ber bi başiyê ve diçe. Hat ragihandin ku di van 24 saetên dawî de yekem car li Çînê kesek ji ber vîrusê nemiriye. Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ragihand ku ji roja vîrus derketiye her roj mirov dimiriyan lê yekem car kesek nemiriye.
Li aliyê din pisporên çînî ji bo bajarê Hong Kongê hişyarî dane û gotine dibe ku pêla sêyem bê.
RTD: Li dinyayê pêdivî bi 6 mîlyon hemşîreyan heye
Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (RTD) ji bo 7'ê Avrêlê Roja Tenduristî ya Dinyayê raporek weşand û got ku li demamê dinyayê hemşîre kêm in û hê pêdivî bi 6 mîlyon heb hemşîreyan heye. Li gor raporê 6 mîlyonên din hemşîre hebin dê kêmasiya wan temam bibe. RTD'ê di têkoşîna dijî koronayê de bal kişandiye ser pêdiviya hemşîneyan û gotiye ku li cihên hemşîre kêm in hê zêdetir mirov dimirin.
Li gor raporê li dinyayê 28 mîlyon hemşîre hene.
Ukrayna: Ji bo bitirsîne gor vedan
Li Ukraynayê Şaredarê Dnipro yê bi navê Boris Filatos bi sedan gor vedan û wêneyên wê ji ser tora civakî re parve kir. Filatos wisa nivîsî "Ji bo yên ku hê fêm nakin, em ji bo ya herî xirab dixebitin." Şaredar bi vê kir ku mirovan bitirsîne û yên dijî îzolasyonê derdikevin hişyar bike.
Japonyayê rewşa awarte ragihand
Li Japonyayê Serokwezîr Abe Şinzo li hemberî koronayê li 7 eyaletan (Tokyo û Osaka jî di nav de) rewşa awarte ragihand. Ev rewşa awarte heta 6'ê gulanê dê bidome.
Fransayê rê li ber maskeyan vekir
Kompaniyeke swêdî ji bo Îtalya û Spanyayê maske çêkiribûn û şandibûn, lê Fransayê li Lyonê dest danîbû ser van maskeyan. Kovara fransiz L'Express ev mijar anî rojevê û dûre çapameniyê de cih girt. Li ser vê hikumeta Fransayê bi paş ve gav avêt û maske hemû teslîm kirin.
Danîmarka dibistanan vedike
Li Danîmarkayê ji 11'ê adarê ve dibistan û bexçeyên zarokan hatibûn girtin. Niha Serokwezîra Danîmarka Mette Frederiksen ragihand ku roja 15'ê mehê dê dibistan bêne vekirin.
Frederiksen got ku bexçeyên zarokan, dibistanên heta pola 5'an dê dest bi dersê bikin lê xwendekarên polên di navbera 6 û 10'an de dê hê li mal bimînin.
Li Danîmarka cihên qelebalix, restorant, kafe, bar, salonên masajê, solaryûm û kûafor girtîne û li gor biryara nû roja 10'ê gulanê ew dê bêne vekirin.
Li gor îstatîstîkên Danîmarkayê li wir 47 hezar û 340 kes testa wan hatiye çêkirin, ji van 4 hezar û 681 kes testa wan pozîtîf derketine, ji van 1378 kes baş bûne û heta îro 187 kes mirine.
Li Tirkiyeyê hejmar derket 649'an
Li Tirkiyeyê li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heta niha 649 kes ji ber vîrusê mirine.
Rewşa Serokwezîrê Îngilistanê giran e
Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ku ev bi nexweşiya vîrusa koronayê ketibû û li mala xwe bû du roj berê rakirin nexweşxaneyê. Niha jî hat ragihandin ku rewşa wî girantir bûye û ew birine beşa nexweşên giran. Johnson li Londonê li Nexweşxaneya St Thomas e.
KE'yê ji bo girtiyan bang kir
Nûnera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KE) Dunja Mijatovic li ser vîrusa koronayê bang li welatan kir ku ji bo girtiyan tevdîrên lezgîn bigirin. Mijatovic got ku hin welatên li gor mafên bingehîn û azadiyan tevnagerin divê bi awayekî lezgîn parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û aktîvîstên ku girtî ne serbest berde.
Mijatovic xwest girtiyên sûcên wan sivik in bên berdan û Tirkiye jî di nav de bang li welatên Ewropayê kir.