LÊ EZ ÞOQ NEBÛM!
Hin însan hene ku kevirên wan di bêrîka wan de ne û dimînin li benda keysa xwe, ji rojên bi mij hez dikin. Xuyaye min pê li zikê kesên din kiriye! Baþ e, Hemdullah roja ku min li ser masê ji te re go, te çîroka xelkê daniye ber xwe û li ser wê çîrokê romana xwe lê kiriye, qelema te hêja ye, bi te bawer im ku tuyê reng û dengê xwe bibînî û te sipasiya min dikir di heman demê de xuya ye te ew kiriye kul û avêtiye dilê xwe. Ku te gotibû ji xwe ez ê kurdiya wê lêbikim!
Tu zanî, te bi vê nivîsa xwe ya sûslî xwestiye tu manîpûle bikî û li alî din jî te þewatê derxistiye da bibe hêwirze û qerepere da eslê meselê neyê dîtin! Meriv nikare kesî bixapîne incax dikare xwe bixapîne!
Tu kuda dibî û tînî? Mesele pir basît e; îdîayên min li meydanê ne, yek bi yek ji wan îdîayan re bêje rast e yan ne rast e, hew qas! Kes ne li benda þîroveyên te yên xwendinê yên "xwedawendî" ne!
Tu dibînî, ne, navên edebiyata dinyayê nikarin mere xilas bikin? Nivîsa te ne nivîs e, tercîhek e. Werin ser xetê, pirsên min, pirsên min bibersivîne, navan û pênaseyên xwe yên ji bo romanan bihêle ji bo nivîseke din!
Binihêre, kes nikare ji rastiyê bireve, ev çi Cîhan Roj be welew kesên li benda heyfa xwe bin! Bi sedan xwendevan hene ku li zanîngehê, ilmê edebiyatê dîtine.
Helbet qerar ya xwendevan û rexnegiran e, helbet tu Cîhan baþ dinasî û tu dizanî mesele çi ye, ma qey tu nizanî! Ez hê jî bo xatirê edebiyatê û bo xatirê gelek tiþtan bi baldarî hevokên xwe dibijêrim. Bi gur re nexwe û bi xweyî re þînê neke! Binihêre ez gotinekê ji te û ji yên mîna te re bêjim, di roja roj de gotina xwe bêjin, tiþtan neavêjin dilê xwe, nemînin li benda roja xwe, ma ne tu "hewqas edebîyata dinyayê dixwînî" ku tu radibî û rûdine navan ji me re rêz dikî!
Baþ e, ji bo ji alî her kesî ve mesele were dîtin, te çima sebir nekir, tu çima nemayî li benda xwendevanan? Bi qurnazî, bi gotinên "dost û mostî" te tercîha xwe kir û tu hatî hawarê!Tu nehatî tu fikrên xwe bêjî.
Lewma tu "þoq" bûyî! Halbukî bi salan e tu Cîhan dinasî û tu dizanî dinya jî were, ez ya xwe dibêjim, ev ne ji bo þexsê min e, mesele edebiyat be, kî biêþe jî, gerek rêya xwe bibîne. Tu û qelemþorên mîna te li ser têkiliyên þexsî, bi qîreqîrê re "edebiyatê" dikin... Bila bi bîra xwendevanan were, ji ber ku te derbarê Kawa de nefret avêtibû dilê xwe, te heyfa xwe çû di romana xwe de girt! Vêca heman nefreta min jî waye maye di dilê te de!
Ka te edebiyata dinyayê "uf" kiriye, yek mînakeke wisa bide ku nivîskar ketine halên wisa ku di romanên xwe de navan hildin û heyfa xwe hilînin!
Welhasil bi mesela "hirç û rêçê" mirov nikare meselên ilmî, meselên edebî hel bike, belê, incax hinek reben karibin bi xwî û xisletên xwe yên "modern"; wisa tevbigerin; qîreqîr, gotinên fîþalî bêjin, manîpûle bikin, deþarj bin û qaþo ev dibe helkirin!
Her kurd deng û hereketên wekî yên te dinase, dizane, dengên wisa têne çi mehneyê, ev qaþo fizildûmana te rakiriye di eslê xwe de tê çi mehneyê.
Û edebiyat ji me re dibêje, hîç xwe neêþînin, xwe virdeûwêde nebin û neynin, edebiyat dibêje, "ez zeman" im, hûn bi min ne bi qasî hebek axê ne, ez ê îlahîm rastiyê derxim meydanê!
***
Têbiniya Diyarnameyê:
Nivê meseleyê de nivîsên berê:
Nivîsa Cîhan Roj a berî vê: - Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê
Nivîsa H.Kovan Baqî: - Þoqek bêwext û du roman