Agahiyek
Min ji hêja Yildiz Çakar re peyam bi rê kir û bi kurtî min gotê ji alî teknîkî ve, tespîtkirina karekter û rihiyeta wan ve, bi cîkirina sehneyên mekanî ve romana te, "Gerîneka Guernîkayê" li ser esasên romana “Perde” (Cihan Roj, Weşanên Na, 2011) hatiye sêwirîn û nivîsîn. Wê di peyama xwe de go, min ebed romana te nexwendiye... Min gotê, nexwe, îdayên min bira bira dibin îda! Baş e, ji vir bi şûn de ez û te di vê derbarê de em negengêşin, ez ê delîl û desîseyên xwe lê bikim, wê mafê te hebe da tu bersiv bidî û em bihêlin ji bo xwendevanan lewre ev meseleyek edebî ye. Li pey vê, Yildizê bi peyameke dilsozî bersiva min da ku ez ê hewl bidim şêwaza xwe li ser heman dilsoziyê bi şikil bikim ku bi rastî edebîyat ji nivîskariyê heman şêwazê hêvî dike.
Heger hûn aliyek vê nivîsê di çarçoveya ‘tez’ekê de bifikirin ez hewl didim bala we bidim rastiyekê ku bi gelemperî qelemên me ne bi cesaret in, wek çivîkekê bimetirsî ne, wek zarokekê bihestiyar in, bi gotinekê serî li her tiştî digirin… Tarîxa edebîyatê gelek mînakan bi bîra me dixe ku nivîskar hev temam dikin, edebîyat di eslê xwe di heman demê de îtiraf e, çi îtirafên şexsî bin û çi îtirafên derheq jiyanê debin…
Mîsal, heger ku wê li ciyekî bigota, belê min romana Cîhan Roj xwend, min jê hez kir û min xwest bi heman terzî romanekê lêbikim, wî wextî wê meyê qelema bicesaret bidîta, ewê qedrê Yildizê li cem xwendevan bêtir bilind bûya. Romana wê jî tu tiştî ji qedrê xwe kêm nekira. Bi şandina peyamê re min hewl da ez têkiliyeke wisa lidarbixim. Vêca bersiva wê bû sebeb ez bibim kesekî îthamkar! Dîsa jî ez ê bi awayek em bigengêşin ez ê dîtinên xwe der bibim û her bi bîr bixim gengêşî hebin jî gelek aliyên romana Yildizê hene ku meriv pê kêfxweş e.
Destpêka çîroka xwendinekê
Bifikirin, di guraniyekê de welew li ciyek xalî dengê kesekê ku çend sal in we ew nedîtiye, dengê wê nebihîstiye bi ber guhê we bikeve, wê kêlîkê hûn dikevin çi halî… Belê bi halek wisa, wextê min dest pê kir romana Yildizê xwend ew deng, dengekî nas, dengê Gultenê (karektera sereke ya romana Perde) hate min û ez bi heyecan bûm. Lê min go, ji ber ku Gerîneka Guernîkayê berhema qelema jinekê ye îhtimal e ku ew reng, sewt, halê dengê Lisayê(karektera sereke ya Romana Gerîneka Guernîkayê) bişibin hev. Na, bi xwendinê re bi tevî dengê nas gelek rastiyên din jî derketin meydanê. Bi ya min, Yildizê Perde xwendibû, weke bêje ez ê jî romaneke weke vê romanê lê bikim mabû di bin tesîrê de, bi hîmên xênî, bi pîlansaziyê û şêniyên wî mekanî romana xwe lêkiribû!
Bi min wisa tê ku wextê roman tê gotin piraniya qelemkarên me metneke qalkirinê ya klasîk tînin ber çavên xwe û li detayan nafikirin. Min behsa deng kir, belê çerçawa dengê her însanê naşibe hev dengê karekteran jî wisa ye. Vegerin li karekterên xwe bifikirin hûn ê vê xweş têbigihijin çimkî ew hal û rengê deng, rîtim, awayê axaftinê bandor li hevoksaziyê jî dike. Yanî bi tevî fotografê metnan fotografê ruhê karetkteran yê neşênber jî heye…
Gulten û Lîsa
Destpêka Perdê salên heştê. Bavê Gultenê têkoşerekî sîyasî ye. Bav tê girtin. Dimire. Bav, bêhay dibe sebeb ruhiyeta Gultenê têkbiçe. Di heman demê de bêbavî jî Gultenê dixe nava valiheyekê. Gulten mexdûreke mexdûran e.
Ew diçe Amedê cem mamê xwe yê tucar. Diçe Stembolê cem lawê mamê xwe ku ew zanîngehê dixwîne. Li wir jiyan dibe sebeb valahî, aloziyên di hundurê wê de bêtir xuya bibin. Dibe evîndara hunermendekî li sazê dide. Ew hunermend kesek sîyasî ye û di siyaseta wan de eşq qedexe ye. Evîna wan bi serî nabe. Siyaset dibe sebeb eşq bi dawî were. Gulten vedigere Amedê. Li wir têdikoşe ku bibe takekesek lê şer bi hemû bandor û kirinên xwe nahêle Gulten azadiyekê bi dest bixe. Aloziyên rihî, tecawiza hêzên tarî. Têkiliyên ji karsaziyê. Jineke ku rihê wê bûye eleg û bêjing. Gelek serboriyên trajîk, ew ji bo ewlehiya jiyana xwe diçe Mêrdînê, li wir qeza derbas dike.
Destpêka Gerîneka Guernîkayê salên heştê ye. Bavê Lîsayê tê girtin. Nivîskar wekî karekter sebebê girtina bav lênekiriye lê em têdigihîjin ku sebebê jiyana Lîsa jî bi awayek bav e. Ew bavê ku em pê dihesin ji birjûwaziya piçûk e piştî tê girtin çîroka jiyana Lîsayê jî dest pê dike. Çerçawa bavê Gultenê jî hate girtin, mir, bi tevî sebebên din bû sebebek bingehîn yê jiyana Gultenê û ew li Amedê li cem mamê xwe yê ji bijûwaziya piçûk bû dima.
Kirin û kiryarên şer dibin sebeb Lîsa û malbata xwe koçber bibin, Edene û Mêrsîn. Li wir pismamê Lîsayê tê pêşwaziya wan. Lîsa ji wir diçe Stembolê. Dibe evîndara wênesazekî. Dertê meydanê ku wênesaz bidergîstiye. Eşq bi dawî dibe. Lîsa dibêje, çi dibe bila be ez ê herim Amedê. Li wir dîsa bi rûyê reş û tarî yê şer re rûbirû dimîne.
Di Perdê de pisamamê Gultenê û Sazbend hevalên hev in. Gulten û Sazbendî bihev dide nasîn, Gulten û Sazbend dibin evîndar. Di Gerîneka Guernîkayê de Ardî û Abraham hevalê hev in. Ardî dibe sebeb Lîsa, û Abrahamê wênesaz bibin evîndarê hev. Rihê vala û bi aloz yê Gulten û Lîsayê wan ji alî cinsî ve bêxem dike.
Di eşqa Gultenê de siyaset û qelaşiya mêr dibe astengî, di eşqa Lîsayê de tore û qelaşiya mêr dibin astengî.
Ji alî karekter û tablo, sehne û detayên din ve
Di Perdê de, Gulten û hevalên xwe dengbêjekî bêkes dibînin xwedî lê derdikevin. Dengbêj karekterekî xuya ye, temsîlîyeta çanda devkî dike. Di Gerîneka Guernîkayê de, Dayika Şaxê-Çîrokbêj e karektereke xuya ye, temsîlîyeta çanda devkî dike. Di Perdê de kesekî li sikakan li ser erebê zebeşan difroşe. Di Gerîneka Guernîkayê de kesekî li ser erebê mêweyan difroşe. Herwiha di Gerîneka Guernîkayê de jî “bêkes” î bi navê karekterekî li kêlekê tê destnîşankirin
Di Perdê de bi tevî rewşa dagirkeriyê rexne li sîyasetê jî tê girtin ku gelek tişt hatine îhmalkirin, her wiha detayên jiyana kurdan ya paşperdeyê hatiye ravekirin. Di Gerîneka Guernîkayê de jî heman tişt hatiye kirin. Bi awayek Perde çîroka têkçûyîna kesên çîna navîn ya di şerde ye ku meriv dikare ji bo Gerîneka Guernîkayê jî heman tiştî bêje lê ji alî sosoyolojîk ve ev were gotin jî di Gerîneka Guernîkayê de çavên jinê û hin detay bûne sebeb aliyên hestiyarî yên jiyana jinê nehêlin ew rastiyên sosoyolojîk bi yekcarî werin dîtin.
Di Perdê de , bi jiyana Maqûl ya trajîk re terîqet û hin hişmendî rê û rêgezên qaşo bi navê dîn hatibûn bi bîrxistin, wekî ji şertên terîqetê, hewl didan dûpişkê bi Maqûl bidin xwarin, maqûl tirsiya bû, ji mêranî de ketibû. Di gerîneka Guernîkayê de jî li mizgeftê Lîsa jineke bi çarşefa reş dibîne ditirse, tirs bi ser wê dikeve, peyre, lêdana erbane û tabloya cizbê ya bi navê dîn tê kirin tesîr li Lîsayê dike, Lîsa hewqas ditirse ku em ji vê hevokê rewşê têdigihijn ê ketiye çi halî; “lê dengê hundirê min ji min re digo, li çavên dayika xwe nenihêre” ku.
Beşek ji Perdê
“Li bajarekî wisa dijîm ku-bajar wekî jinekê ye-huzna bajêr hîs dikim; navê vî bajarî her li ser zimanan e; lê ew jî li hember min bêdeng e! Wekî jineke ku ez wê jinikê, li gorî hewesên xwe, xeyal dikim! Tê der dixim ku ew jî bi tasewas e; ger li min der be, bi îhtimalek mezin, ez ê di bin vegotinên bajêr de bifetisim.
Berêvarê, bi halekî xweş dimeşiyam. Peyva ‘xweş,’ li her deverê, tê çi mehneyê? Kî, bo çi halî bikartîne, bila bimîne li dera ha. Bi vê peyvê re tabloyên xweş, jiyaneke normal, xwe di serê min de nade der.”
Beşek Ji Gerîneka
“Payîzên Amedê dişibin jineke yetam. Ku ev jina yetam di vê demsalê de dibe baran û li xwe dibare. Kesayetîyên xerabe, têkçûyî, lêgerîna puxteyeke veşartî ya aîdbûnê, tim hewcedariyekê li min ferz dike; her ku dengê baranê tê min… Ji bilî vê axê tu axeke din, min nakişîne ber bi dilê xwe ve. Çi xwediyeke bi xof e ev ax. Ax dengê keserê ye jî-ji jêrzemînê kûr tê…
Ez jî perçeyek im ji wê kesayetê û di wê de temsîlîyeteke nepen dikim; hestên min jî, bi rihiyeta xwe bi şikil dike ev bajar.”
Encam
Di romanê de sêwirîn, çirûsk, avakirina karekteran gelek muhîm e. Çîrok, bûyer, parçên jiyanê bi aîdî we bin jî gerek hewqas wekî hev nejîn, neyê sêwirîn. Meriv li pevgirêdana bûyer û tabloyan, sehneyan ya li herdu romanan bifikire ev xeletî tê dîtin.
Xwezî Yildizê bi cesaret behsa Perdê bikira. Tişt pê nayê ev jî rewşeke edebiyata me derdibe… Dikarim bi kêfxweşî bêjim ji derî esasên meş û sêwirînê, Gerîneka Guernîkayê romaneke xweş û delal e ku tê de hin vegotin, tablo hene ku meriv pê gelek kêfxweş dibe. Mîsal, “hinek heriya sor bi sola min ve maye û vê gavê wextê min tuneye ku ez jê bibim.”
Hûn dikarin gelek kêliyên wisa yên hûrbînî yên jiyanê di romana Yildizê de bibînin. Em ê wekî romana yekem romaneke delal bibînin, nivîskara wê ji alî teknîkî û sêwirînê ve di nav lêgerîneke xurt de ye û ez ji wê qelemê bawer im û ew ê bi vê hêza rihî û dîtina detayan ve ji alî teknîk û sêwirînê ve jî rojekê rêya xwe serast bike.
Dîsa jî hûn ji alî îdîayan ve guh li min nekin, bila guhê we li ser qelemên rexnegir û xwendevanan bin ku nîyeta me jî bi bîrxistinan re avakirin e, ne polemîk û helbet gengêşiyên teng in. Belê qelemeke hêja di romanûsiya kurdî de go, merheba.
Em kurd bi serbilindî gerek êdî karibin serkeftinên hev bibînin, ji serkeftinên hevudu fêde bigirin, behs bikin ev me bilind dike, pêş ve dibe. Di edebiyata dinyayê de ev bi serbestî, bêyî metirsî tê kirin. Orhan Pamûk xelata Nobelê girt, bi serbestî derdibe bê ji kîjan rûmanûsê tirk çi fêde girtiye lê ew dibêje, “helbet sêwirîn muhîm e û sêwirîn ya min e”Ev jî bi bîra me dixe bê di romanûsiyê de sêwirîn xalek gelek muhîm e, ya ked û taybetiya nivîskariyê dide der di serîde ev e.