logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Mîtolojî û Helbest

Têkiliyeke xurt û dualî heye di navbera mîtolojî û helbestê de. Ji hêlekê ve mît –her çiqas wekî cureyeke pexşanî, wekî

  • Dîrok: 04/07/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Samî HÊZIL 

Têkiliyeke xurt û dualî heye di navbera mîtolojî û helbestê de. Ji hêlekê ve mît –her çiqas wekî cureyeke pexşanî, wekî çîrok, bên pejirandin jî– xwedî xasyetên derbirîna helbestî ne û tê de gotinên pirwate û zimanekî sembolîk û sazbûneke kompleks wekî a helbestê hene; ji hêla din ve jî helbestê timî ji deqên mîtîk, ji çîroksaziya wan û ji tema û fîgurên wan sûd wergirtiye û ji bo îfadeya xwe zengîn bike ew bi şêweyên cihê, bi temsîlên nû ve-şixulandine.

Çîrokên mîtîk bi taybetiyên xwe yên kompleks û bi temayên xwe yên cihêreng çavkaniyên xurt ên sembol û metaforan in. Ji ber wan xasyetên xwe yên kompleks  derfetê didin helbestvanan ku, her wekî Oguz Cebeci destnîşan dike, helbestvan ji wan metaforên hevedudanî çêbikin. Bi gotina David Punter em bibêjin: Di mîtolojiyê de bê hejmar metaforên mirî hene, û helbestvan jî bi wateyên nû wan metaforan vedijînin.

Nader Masarwah diyar dike ku helbestvan wateyên nû ji mîtê didêrin da ku bi alîkariya wan nêrînên xwe yên hemdemî yên derbarê arîşeyên jiyanê bînin ziman. Masarwah bikaranîna helbestvan Adonîs a mîta Sîsîpûs wekî mînak şîrove dike û wekî encam dibêje ku Adonîs vê çîroka mîtîk ji bo tekoşîna azadiyê û berxwedana gelê Yemenê ji nû ve watedar dike. Di esasê xwe de temaya vê mîtê –ku Sîsîpûs kevirekê pişt dike ta serê çiyayeke bilind û ew kevir dîsa digindire xwarê, bêyî ku bigihîje lûtkeyê– êşkêşandina abadîn û hewldaneke domdar e ku axiriyê ew hewldan bi kêrî tiştekê nayê. Lê Adonîs vê mîtê bi awayekî erênî ji nû ve kardar dike û dike sembola têkbirina astengiyan û afirandina pêşerojeke nû.

Di helbesta kurdî ya klasîk de hêmanên mîtolojîk wekî mazmûn xuya dibin ku ew jî xasyeteke helbesta klasîk e. Di wan helbestan de hêmanên asîmanî û xwezayî, afirîdeyên dersirûştî, lehengên mîtolojîk yên Rojhilata Navîn û mîtolojiya îslamî li gor wateyên nêzikî halên xwe yên resen û bi alîkariya hin huner û şêweyên gotinê yên edebî xuya dibin.

Di helbesta modern de lehengên mîtîk, bûyerên mît-û-dîrokî ji bo hin sedemên polîtîk ên wekî afirandina paşxaneyeke dîrokî, têkûzkirina hizra neteweyî û hewisandina endamên wê neteweyê hatine bikaranîn. Her wekî Zulkuf Ergun di berhema xwe ya bi navê Nerît û Helbestê de destnîşan dike, mît, ligel dîrokê, ji bo rewşenbîrên murd ên dawiya sedsala 19’an û seranserî sedsala 20’an navgîneke avakirina fikra neteweyî bû. Rûtuelên wekî Newrozê, lehengên wekî Rustem, şaristaniyên qedîm û keysarên wan ên mîtolojîk tev ji bo diyarkirin û çespandina nasnameya netewî hatine derpêşkirin. Ev derpêşî jî herî zêde ji hêla helbestê û helbestvanan ve pêk hatiye.

Mînakên ku Ergun dide cih û fonksiyona mîtolojiyê ya girîng a di helbesta kurdî de eşkere dikin: Mîta Tofanê ya ku dibe mijara helbestên Hacî Qadirê Koyî û Ebdurehîm Rehmî Hekkarî; mîta aryeniyê ya ku helbestvanên wekî Lahûtî Xan, Eskerî di berhemên xwe de cih didinê; dîroka medan û pirtûka pîroz a Zend-Avesta ya ku di helbestên Hejar û Cegerxwîn de ji nû ve vedijin, tev erka destnîşankirinê ya destpêka nijadakurdan tînin cih.

Mîtolojî wekî Avakera Poetîk Di Matmayînên Ronyayê De

Matmayînên Ronyayê, pirtûka mişt mîtolojî ya helbestvan Lal Laleş mînakek serkeftî ya helbesta mîtolojîk e. Ev berhem wekî metneke yekgirtî di awabûna xwe ya poetîk de bi gelek şêweyan li xasyetên mîtê digunce. Metn bi rêya metaforên ku bi fîgûrên mîtolojîk sazbûyî kompozîsyonekê temam dike. Binyada poetîk li ser esasê îmajên mîtîk ava dibe û her fîgûrek girêdayî kakilê wateya xwe ya mîtîk û bi bibîrxistineke têkildarî temayeke nasyar di helbestan de cih digire.

Cihêrengiya tema û hebûnên mîtîk ên ku tê de derpêş dibin ji yezdanan bigire ta afirîdeyên dersirûştî û pê re jî ta lehengan û çîrokên wan temsîleke berfireh rayêdixin pêş çav. Ev cihêrengiya ku tê qalkirin îmkanê dide ji bo avabûna metaforên hevedudanî. Her wisa bi saya serê vê yekê reqabetek metaforîk çêdibe li seranserê berhemê. Bi gotina Oguz Cebeci, “tengejeya ku bi bihevrebûna metaforên dijber çêdibe û vejena ku di encama vê tengejeyê de derdikeve holê hêza esasî ya metafora helbestî derdixîne holê.

Di Matmayînên Ronyayê de mît hem bi temsîlên gerdûnî û hem jî bi yên lokal derdikevin pêş me. Temsîla bi fîgurên mîtê bi Zeûs dest pê dike, pê re Apollo, Hades, Afrodît, malbata ku li Panteonê cîwar bûyî bi rêzeke hîyerarşîk tê de cih digirin. Di pey re lehengên mîtê û bûyerên serdemên qedîm ên nemir tên. Li destpêka metnê Mêrdîn wekî paşxaneya îmajên qedîm derdikeve pêş, li nîveka metnê Çewlig wekî temsîla mîta sirûştê û şîroveya ava heyatê û florayê, û li dawiyê jî Amed wekî dîmena berovajîbûyî ya demê, an ku wekî paşeroja li nav îro çikiyayî xuya dibin.

Her wekî Eliade bi têgeha sembolîzma arkîtektonîk a Navendê formulîze dike, li her çiyayeke pîroz erd û asîman digîhin hev, û bi heman awayî her perestgeh an jî bajar jî wekî niqteya hevgehînê ya dojeh, erd û asîman e. Di sêwirana mîtolojîk de bajar wekî navendên gerdûnî, ku erdê digihînin asîman û wekî pireya sererdê ya navinciyê jêrerd û jorerdê ne. Di pirtûkê de Mêrdîn, Çewlig û Amed wekî sê bajarên navend xuya dibin. Di berhema Laleş de ji bilî fîgûrên mîtolojîk ên li jêr hatine qalkirin, her wisa yên wekî Ares, Thesee û wargehê rojhilat Alamût jî bi nîşandekên mîtolojîk derbas dibin. Ew jî her wekî yên hatine şîrovekirin bi awayekî têkildarî çîrokên xwe yên resen in, bes helbestvan ew ji bo sêwiran û afirîneriya helbestî bi kar anîne û barên metaforîk ên nû li wan kirine.

Laleş sembolên mîtîk bi tenê ji bo temsîlên civakî naşixulîne, berovajî vê ew di berhema xwe de mîtê di asteke şexsî de, cih bi cih jî ji bo helwesta xwe ya polîtîk bes dîsa bi bergeheke şexsî bi kar tîne. Bi vê taybetiya xwe jî berhem ji şêweya bikaranîna mîtê ya helbesta kurdî ya modernîst vediqete. Matmayînên Ronyayî bi her xwendinê –bes xwendinên bi hemdê xwe– namzetê şîroveyên cihê ye.

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ugur Kaymaz û bavê wî hatin bibîranîn

ad

Hevserokên DEM Partî li girtîgehê bûn: Mijar rêveberiya herêmî bû

ad

Cenazeya Cenîz Aytmatov hate veşartin

ad

Lîstika kurdî 'Qral û Travîs' hat qedexekirin

ad

Go UEFA qeybî ereban gaman berzo?

ad

Albuma nû “Azadî” derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname