logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'
  2. Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan
  3. Hejmara nû ya kovara 'Kurt Tarîhî' derket
  4. PSG'ê mala Villarealê xira kir (Va ne hemû encamên êvarê)
  5. Konferansek li ser "Wêje û Aştî"yê
news-details

‘Li pey qedereke winda: Gulên Şoran’ derket

Weşanxaneya Avesta, yekem romana Eta Nehayî, şahesereke edebiyata kurdî pêşkêş dike: “Li pey qedereke winda: Gulên Şoran

  • Dîrok: 14/10/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanxaneya Avesta, yekem romana Eta Nehayî, şahesereke edebiyata kurdî pêşkêş dike: “Li pey qedereke winda: Gulên Şoran”. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

Eta Nehayî ku di sala 1960’î de li Bane ya rojhilata Kurdistanê hatiye dinê, piştî temamkirina xwendinên xew di saya 1978’an de dibe mamoste û sê salan li gundên Kurdistanê mamostetî dike, lê piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ji ber tawanên çalakiyên siyasî ew ji kar tê avêtin.

Yekem çîroka Eta Nehayî di sala 1993’yan de li derveyî rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Ji wê demê û heta niha Nehatî, li rojhilat û başûrê Kurdistanê sê kitêbên çîrokan, sê roman û dehên gotarên edebî û teorîk belav kirin. Herwiha antolojiyeke çîrokên hevdem yên farisî û çend romanên baştirîn romannivîsên cîhanê wergerandin zimanê kurdî û gotar li ser wan nivîsandin.
Bi zimanê farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çendîn çîrokên ku di kovarên farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê, kitêbek jî li ser edebiyata destanên kevin yên kurdî bi navê Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê nivîsandiye.
Nehayî, di sala 1984‘an de li ser daxwaza zanîngeha Uppsala ya Swêdê ji bo meh û nîvekê serdana Swêdê kir û li wê zanîngehê û li bajarê Stockholm li ser edebiyata kurdî gotar pêşkêş kirin. Li rojhilat û başûrê Kurdistanê gelek helkeftên taybet yên xwendin û rêzgirtinê jê re hatine sazkirin. Xelata salane ya dezgeha Aras li Hewlêrê di sala 2005‘an de û xelata zêrîn a Herdî ya afirandinê di sala 2008‘an de di festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê wergirtiye.
Eta Nehayî endamê Yekîtiya Nivîskarên Îranê ye jî. Ew niha li bajarê Bane li rojhilata Kurdistanê rûdine.
Kitêbên ku heta niha li hundir û derveyî welêt belav kirine, ev in:
- Zirîke (Qêrîn), çîrok, çapa Îran, dezgeha çap û weşanê ya Nacî, 1993.
- Tengane (Tengezarî), çîrok, çapa Îran, dezgeha Mihemedî, 1996.
- Ew balindeyê birîndar ku ez im, çîrok, Silêmanî, dezgeha Serdem 2005.
- Gulên Şoran, roman, çapa Îranê, dezgeha Mihemedî, 1997.
- Balindeyên li ber bê, roman, çapa Îranê, enstîtuya çanda kurdî li Tehranê bi alîkariya dezgeha Jiyar, 2003.
- Girewa bextê Helale, roman, Silêmanî, belavokên Renc, 2008.
- Berhemên Giştî, 2 beş, çîrok û roman, Hewlêr, dezgeha Aras, 2008.
- Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê (Lêkolînek bi zimanê farisî), destûra çapê wernegirtiye.
Şazade Îhtîcab (Hûşengê Golşîrî), James Joyce, J. M. Stewart (Lêkolîn), Mala Ronakan (çend nivîskarên îranî, çîrok), Baronê ser daran (Italo Calvino), Qesabxaneya hejmar 5 (Kurt Vonnegut), Sivikatiya ku nayê tehemulkirin ya bûyinê (Milan Kundera), Dadgeh (Franz Kafka) wergerandine zimanê kurdî.


Vaye parçeye ji pirtûka “Gulên şoran”:

Las, nuxuriyê Wisû Axa, piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewşê dide.
“- Ew kî ye?
- Las, kurê vê malê.
Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê caran şikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe:
- Ev zilamê xwar û zirav kî ye?
- Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te.
…
Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got:
- Las berî çend salan mir.
Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû.
- Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam.
Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. “Tu vegeriyayî?” bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya “Tu çima vegeriyayî?” wergirt.
- Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin. Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin.”
 
Çend rojên li malê ji 15 salên şer û esaretê jî xirabtir in. Ewqas xirab in ku ne kur dixwaze dê, ne jî dê dixwaze kur bibîne; jin û mêr, bira û bira, kur û bav, kes naxwaze hev bibîne, kes nikare li rûyê hev binere.
Las gerek e biçe…

Li pey qedereke winda Gulên Şoran / Eta Nehayî / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / Roman / 184 rûpel

Parve Bike

Youtube Me

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 02 11 2026

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
  • 30 10 2026

Elizabeth Eulberg bi ‘Seven Summers’ derdikeve ser rêya nivîsandina ji bo mezinan 

news
  • 29 10 2026

Ji fikrên Arjen Arî pirtûka 'Xwediyê peyva serhildêr im' derket

news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
Ev jî hene
ad

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskovayê li ser êzîdiyan disekine

ad

2020: Kovara Time fîlmê serkewte yê emsarî eşkera kerdî

ad

Îstatîstîkên li ser cixarekişandinê

ad

Portaleke bi navê e-wêje vebû

ad

Fransa û Portekîz dê kap biavêjin

ad

'Xwebûn' demek dê wekî PDF bê belavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

  • 04 11 2026
news

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

  • 04 11 2026
news

Hejmara nû ya kovara 'Kurt Tarîhî' derket

  • 04 11 2026
news

PSG'ê mala Villarealê xira kir (Va ne hemû encamên êvarê)

  • 04 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname