Diyarname
Îsmaîl Gulgeç xêzên romana navdar a Yaşar Kemal "Înce Memed" çêkiribûn; ew xêz niha di pêşangehê de li pêşberî hunerhezan in.
Pêşangeha bi navê "Ji pênûsa Yaşar Kemal heta firçeya Îsmaîl Guleç destanek: Înce Memed" li Karikatur Evî ya Şaredariya Kadikoya Stenbolê hate vekirin. Pêşangeha heta 14'ê meha pêşiya me vekiriye.
Yaşar Kemal di navbera salên 1955 - 1987'an de her çar cildên Înce Memed nivîsandibûn û temam kiribûn. Îsmaîl Gulgeç jî di sala 1979'an de karîkaturên Înce Memed çêkiribûn û wê çaxê wekî Xêze Roman hatibûn weşandin.
Niha bi pêşangeheke taybet li Karîkatur Evî ne.
Xêzkar Îsmaîl Gulgeç di sala 1947'an de li Entabê hatiye dinê.
Serokatiya Komeleya Karîkaturan jî kiriye. Heta niha li gelek rojnameyan xêz kiriye.
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


