Diyarname
Tumgeneralê malnişîn Osman Pamukoglu jî di nav de hin kesan partiyeke nû ava kirin.
Tumgeneralê malnişîn Osman Pamukoglu, Mehmet Salim Guraydin, Kemal Temel, Recep Bakirci û Şahin Omur jî di nav de 49 avakaran partiya "Hak ve Eşitlik Partisi " (Partiya Maf û Wekheviyê) ava kir. Ji bo avakirinê daxwaznameya xwe dan Wezareta Karên Hundir.
Ev partî bû 59'emîn partî ku li Tirkiyeyê tê avakirin.
Ji bo avakirinê jî îro tam rûpel îlan dan rojnameyan. Ji bo Pamukoglu pênasa Serokê Giştî yê Hak ve Eşitlik Partisi bikar anîn.
Pamukoglu li bajarên kurdan di şer de bi salan cih girt û dûre bû malnişîn. Di nav tiştên ku partî dixwaze bike de ji nû ve anîn cezaya darvekirinê jî heye.