Diyarname
Ji 71 welatan 2 hezar û 48 kurtefîlm hatine şandin û ji nav wan hilbijartine: 90 kurtefîlm û 3 fîlmên metrajdirêj di çarçoveya Festîvala Kurtefîlman a Akbankê de li benda temaşevan in.
Îsal 17'emîn car Festîvala Kurtefîlman a Akbankê li dar dikeve. Festîvala ku 22'yê mehê dest pê kir heta 1'ê meha pêşiya me didome. Di festîvalên de beşên wekî "Kurteyên Festîvalê", "Kurteyên ji Dinyayê, "Ji kurteyean ber bi dirêjan", "Ceribandinî", "Belgefîlm Sînema", "Perspektîf", "Nîşandayîna taybet" û "Forum" hene. Di van beşan de kurtefîlmên ji 37 welatan hatine têne nîşandayîn.
Masterclassa derhênerê belçîkî
Ji bilî nîşandayanî fîlman forum, masterclass jî hene.
Derhênerê ji Belçîkayê Jaco Van Dormael di beşa "Ceribandinî" dê masterclassek pêşkêş bike. Ji bilî vê fîlmê derhêner ê dawî "The Brand New Testament", kurtefîlmên wî "The Shape" û "Ê pericoloso sporgersi" jî di festîvalê de têne nîşandayîn.
8 senaryo dikevin pêşbaziyê
Di festîvalê de bi navê "Forum" beşek heye ku di vê beşê de "Pêşbaziya Senaryoya Kurtefîlman" e. îsal 687 senaryo ji bo pêşbaziyê hatine şandin û ji wan 8 jê hatine hilbijartin. Ji nav wan dê senaryoya herî serketî bê hilbijartin. Ligel vê dê akademîsyen û şêwirmenda senaryoyê Gulengul Altintaş li ser senaryoyê atolyeyek li dar bike.
Ji kurteyan ber bi dirêjan ve
Di beşa "Ji kurteyan ber bi dirêjan ve" de fîlmê derhêner Erdem Tepegoz "Zere" tê nîşardayîn. "Zerre" yekemîn fîlmê metrajdirêj ê Tepegoz e ku di sala 2012'yan de kişandibû. Fîlm li gelek festîvalan hatibû xelatkirin. Ligel wî, du kurtefilmên derhêner Tepegoz ên bi navê "Kafes" û "Degneksiz Sahne Işiklari" jî têne nîşandayîn.
Belgefîlmekî ji Slovanyayê
Di nav bernameyê de tenê belgefîlmekî heye. Belgefîlmê bi navê "The Family" yê derhênerê ji Slovenyayê Rok Bicek e. Dûre dê gotûbêjek jî li dar bikeve.
Temaşekirin online û bê pere ye
Hemû filmên festîvalê online têne nîşandayîn û bê pere ne. Ji bo her fîlmî 500 bilêt eyar kirine, berî nîşandayînê bi saetek bilêt têne pêşkêş kirin û wê demê divê bêne girtin. Ew bilêt heta ku ew fîlm/kurtefîlm di festîvalê de çalak be pê dikare bê temaşekirin. Yên bixwazin dikarin ji ser filmonline.akbanksanat.com re xwe bigihînin festîvalê û li fîlman temaşe bikin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo Festîvala Kurtefîlman dema serîlêdanê dest pê kir


