Diyarname
Di warê çand, aştî, pergal, xweza, dewlemendî, zanist, wekhevî û tenduristiyê de li ser 163 lêkolîn hatiye kirin û "Rêzeya Welatên Herî Baş/Serketî ya 2015'an" hatiye amadekirin.
Profesorê îngilîz Simon Anholt ji Neteweyîn Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê û UNESCO daneyan dide hev û vê lîsteyê amade dike. Wî li ser 163 welatan dane dane hev lê tenê 126 welat rêz kirine. Di vê rêzê de par Komara Îrlandayê bûbû yekemîn îsal Swêd bûye yekemîn. Tirkiye di rêzê de kariye bibe 55'emîn. Yanê ji 125 welatan kariye tenê nîvî hinek ber jor here.
Di vê lîsteyê de di warê zanist û teknolojiyê de Tiriye bûye 55'emîn, di warê çandê de 66'emîn, di warê aştiya navneteweyî û ewlehiyê de bûye 72'yemîn, di keddayîna ji bo pergala dinyayê de bûye 126'emîn, di warê pêşxistina feraseta girestêrk û kişwerê de bûye 60'emîn, di warê ferah û wekheviyê de bûye 103'yemîn, di warê tenduristiyê de bûye 22'yemîn.
Bi rêzê 10 welatên herî baş/serketî ev in:
- Swêd
- Danîmarka
- Hollanda
- Îngilistan
- Almanya
- Fînlandiya
- Kanada
- Fransa
- Avusturya
- Zelandaya Nû