Diyarname
Yilmaz Encu ku di bin bombebarana leşkerên Tirkiyeyê de duh birîndar bûbû îro wefat kir.
Êvara 30'ê gulanê leşkerên Fermandariya Alaya Bêcuhê ya Qilebana Şirnexê welatiyên li ser sînor ên Robozkê bi tang û topên obusê bombe kiribûn, di encamê de Vedat Encu (16 salî) miribû û 5 kes jî birîndar bûbûn. Ji wan birîndaran Yilmaz Encu îro wefat kir. Hejmara kesên mirin bû didu.
Di vê navberê de ev du roj in leşker nahêlin Mebûsê HDP'ê Ferhat Encu here gundê xwe şînê. Encu ji ser twitterê re wisa got: "Du roj in nahêlin ez herim şîna xwe jî. Tu sedem nîşan nadin û eşqiyatî dikin û pêşî li min digirin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Dîsa Robozkê û dîsa kuştina sivîlan


