Diyarname
Ji bo mebûsiya Wanê heta niha 11 kesan ji bo berendamtî serî li BDP'ê da.
Ji van 11 kesan serî li komîsyona hilbijartinê ya bajarê Wanê ya BDP'ê daye û 2 kesan jî serî li navendê daye.
Di nav kesên ku li Wanê serî li BDP'ê dane de ev hene: Lezgin Botan, Yuksel Bilici, Esat Halitoglu. Hamit Duman, Mehmet Hanifi Şahbangul, Nurettin Demir, Selçuk Aladag, Yusuf Ertunç, Mehmet Selim Ertaş, Mehmet Zahit Saritaş, Vedat Şengul.
Her wiha mebûsê BDP'ê Ozdal Uçer û nûnerê BDP'ê yê DYA'yê Nazmi Gur jî ji bo mebûsiya Wanê serî li Navenda Giştî ya BDP'ê dan.
Li navenda BDP'ê komîsyoneke ji 25 kesan pêk hatî serîlêdanan digire û dinirxîne.