QAMIŞLO
Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê duh li Qamişlo civînek lidar xistin. Di civînê de biryara avakirina komîteyên xebatê yên hevbeş hate girtin.
Rêveberên PYD’ê û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê duh êvarê li navenda PYD’ê ya Qamişlo hatin cem hev. Civîn bi beşdariya endamên Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Ebdulselam Ehmed û Hekem Xelo, li ser navê PYD’ê Hevseroka PYD'ê Asya Abdulah û li ser navê Partiya Demokratîk Sekreterê Partiyê Cemal Şêx Baqî, endamê Buroya Siyasî Ebdulmecîd Sebrî, endamên komîteya navendî Cemal Hemo, Fethulah Hiso û Mîro Mîro hate lidarxistin.
Piştî civîna ku bi awayekî ji çapemeniyê re girtî zêdeyî 2 saetan dom kir daxuyaniyek hevbeş hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du aliyan biryar dane ku komîteyên xebatê yên hevbeş di navbera her du partiyan de ava bikin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, Sûriyê û rojavayê Kuridstanê û mijara kongereya Cenevreya 2’yan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herêma Rojava beşek sereke ji Sûriyê ye û ne mimkûn e bê beşdariya gelê Rojava pirgirêkên Sûriyê bêne çareserkirin.
Di daxuyaniyê de piştgiriya Tirkiyê ya bi komên çekdar ku ev demeke êrîşî Rojava dikin hate bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê rewşa hesas de pêwîst e hemû hêz, partî û rêxistinên civakî bi perpirsyarî tevbigerin. Di dawiya civînê de hate destnîşankirin ku civîna wan di çarçove û xalên jêr de pêk hatiye:
1- Nêrîna hevbeş di navbera her du partiyan de li ser asta kurdî, kurdistanî, herêmî û navnetewî de dê wekî 2 alîgir bi hev re kar bikin.
2- Pêwîst e yekîtiya kurdan pêk were û Desteya Bilind bê aktîvkirin.
3- Pêwîst e hemû hêz û pêkhate di nava rêveberiya demî de cihê xwe bigirin.
4- Parastina Destkeftiyên gelê kurd.
5- Bi hêzkirina têkiliya di nava her du partiyan de li gorî demê û avakirina komîteyek têkiliyan a karê hevbeş di hemû aliyan de.
ANHA