Bargiran Şanaz
Ey evîn!
Ez pesindarê te me
Li hêvî û benda te me
Parsek û bendeyê te me…
Dem bihar e. Wexta vejîn û nûbûnê ye. Hem xweza û hem jî derûniyeta mirov di bin barên demsala zivistanê de xilas dibin. Geşiya xwezayê alîkariya hestên mirov dike. Bandorek erênî çêdike. Çawa di xwezayê de giya şîn dibin û çawa dar û ber kulîlk û belçimên xwe vedikin, wekî wî jî di derûniyeta mirov de jî hestên nû û xweşik çêdibin yan jî ji nû ve vedijîn. Jixwe bihar nîşaneya demxweşî û bêhnfirehiyê ye. Di nav heyîneyên dinê yên zîndewar de têkiliyên hevpar û hevkar çêdibin. Di nav civakê de jî ev tê dîtin. Di vî demsalê têkiliyên mirovan xurtir û birengtir dibin. A rastî ew e ku; di nav van têkilêyên mirovan de ya herî xweşik û bibandortir, têkiliya xort û keçan a evîniyê ye. Bi hatina vê demsalê re hestên evînî di kur û keçan de şîn dibin. Ev têkilî ya bihêztir dibin û yan jî yên nû çêdibin. Ma kî/ê heye ku xwe ji vê hesta mirovî xilas bike. Kî/ê dikare nekeve pêşka cezbedariya wê. Û jixwe ne hewceye ku mirov xwe ji wê biparêze û xwe jê veşêre. Di xwezaya mirov de ev hesta şirînok bi nexşên zêr û zîvî hatiye nexşandin. Ev rewş eşkere ye.
Di vê demsalê de cihên hişînahî, qeraxin zeryayan û gelek der xort cot bi cot mîna qomriyan digerin û yan jî disekinin. Jiyanên xwe hevpar dikin. Ji hev û dû re razên xwe vedibêjin. Qala xwe dikin. Ev demên ku evîndar bi hev û dû re diborînên wekî xeyalek diborin. Dem wateya xwe zeximtir dike. Kêlî dûr û dirêj dibin. Şahî û xweşî welata dilistanê dibe serdest. Evîn dibe keya û keybanû. Çûn û hatin ji bo domandina serdestiya evîntiyê ye. Peyv û gotinên dilan kel dikin û bicoş dikin tên gotin. Hiş, bi ramîna yarê/î ve mijûl dibe. Xeyal, her dem bi bejin û balaya yarê/î ve hemhal dibe. Di van demên birengîn de tenêtî dijwar dibe. Nebîhîstina dengê yarê/î guhan ker dike…
Di têkiliya evînî de pêşî zimanê mirov ter dibe. Şermîn dilistanê dagir dike. Gotin têra vegotina hestan nakin. Zimanê miov dîl dikeve. Bi alîkariya çavan daxwaz û xwestin tên gotin. Lê gava ku şerim radime û ziman vedibe, her tişt eşkeretir dibe. Mirov çi qas peyv û gotinên xweş bizane dixweze ku van ji delala/ê dilê xwe re bêje. Dixwaze ku her dem bi peyvan pesnê wê/î bide. Her gav di qala wê/î de biaxive…
Yar û yartî ev qas xweş û geş e. Jixwe ne pêwîst e ku em bibêjin divê ev têkilî bi zimanê kurdî be. Li gora min pêwîst e ku xortên kurdan divê têkiliya xwe ya evîniyê bi zimanê xwe bikin. Em dizanin ku zimanê kurdî ji aliyê peyv, biwêj û çîrokên evîniyê ve pir dewlemend e. Têr û tejî ye. Di dîroka wêjeya me ya nivîskî de mijara evînê zehf caran hatiye nivîsandin. Wekî mînak: Mem û Zîn. Di wêjeya me ya devkî de jî gelek çîrok tên gotin. Wekî mînak: Siyamend û Xecê. Em ji dîroka civaka xwe û ji hêza zimanê xwe dizanin ku ne hewceye ku em ji bilî zimanê kurdî zimanekî dîtir evînê bijîn. Divê em bi zimanê kurdî evîna xwe bijîn. Û divê em di evîntiya xwe de tenezûla zimanekî dîtir qet nekin. Jixwe tenezûla tirkî qet qet nekin.
01.05.09
***
Nivîsên Bargiran Şanaz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Hebûn û nebûna yarê
- Dimeşim
- Reşahiya Demê
- Dînîtî hêjatî ye


