Diyarname
Rusyayê nûçegîhanê rojnameya amerîkî Wall Street Journal Evan Gershkovich bi îdîaya casûsî girt bin çavan. Nûçefîhan li bajarê Yekaterinburgê hatiye binçavkirin.
FSB (Serwîsa Ewlehiya Federal a Rusyayê) diyar kir ku nûçegîhan raste rast ji bo DYA'yê dixebsite. Li gor FSB'ê wî der barê fabrîkeyeke leşkerî de agahî dane berhev ku ev agahî razên dewletê ne lê negotin kîjan fabrîke ye.
Li aliyê din gelek rojnamegerên biyanî ku Rusyayê dişopînin peyam belav kirin û gotin ku Greshkovich rojnamegerekî profesyonel e û ev binçavkirina wî ji bo rojnamegerên li Rusyayê hê jî dixebitin gaveke tirsandinê ye.
Gershkovich ji sala 2017'an ve Rusyayê dişopîne. Berê ji bo The Moscow Timesê û ji bo AFP'ê xebitiye.