Bargiran Şanaz
Ewran ji sibê ve çaraliyê banê ezman dagirtine. Wisa dixuyê ku niyeta wan a çûyînê jî tune. Di dilê wan de xwestina niştecihiyê heye. Dixwazin bajarê bêxin di bin bandora xwe. Diwazin reşahiya rû û rihê xwe biweşînin li ser bajêr. Diwazin dilopên xwe yên kul û keser bibarînin di nav kolanên bêmiraz de. Kolanên ji dîtinên xwe şermker.
Ji sibê ve ye bajêr bi rengê ewran xwe xemilandiye. Rengê êş û şînê. Rengê mirinê. Rengê axîn û fîxanê. Bajêr, bêhiş ketiye ji sibê ve. Ketiye xewna dîtina biharan. Xewna rengareng û biriqî ye. Ez bi tenê serê xwe hiştime di kolanên xwe de. Di ser dil û canê xwe. Min dewir girtiye jîna vî bajarê vê roja kambax. Vê roja her alî rengetarî. Ez bûme bajêr îroj. Bûme welatekî dagirtî. Kolan û kuçe, sûk, qad û meydanên min di bin dest û zilma biyaniyan de mane. Hêdî hêdî guhertine şekl û şemala min. Êrîş birinê li ser jîngeha min. Ala xwe li ser kêşane. Dixwazin ku mohra zimanê xwe danên li ser zimanê min ê hezar salî. Ê ku hezar salan e bêhn û tama wî digere li ser min. Li ser hiş û rihê min. Di nav dilê min. Ez bêçare me îroj. Dibînin halê min ev e! Zordest belav bûne li warên min. Konên nîşaneya hûbûna min ji holê radikin. Agir pê têxin. Bihovane talan dikin.
Îro, ez bindest im ji hêla ewrên reş û tarî ve. Difetisînin hewaya cîgerên min ên tijî bûyî. Îro, min bê hewa dihêlin. Bêmecal têxin gotinên min. Gotin dixeniqin ji ber xemsariya vî roja xwînmêj. Her gotinek dibe sedema darvekirina cesta min. Îro, ez di bin tîrên ewran de me. Di bin tîrên xeyalkujer de me. Nîgaşên min bêwijdane têne tacîzkirin. Dixwazin min ji nîgaşên min jî dûr bêxin. Û ji destê wan bê dê wan bikujin.
Îro, ez û ewr bûne dijminê hev û du. Çi mixabin ez têk çûme. Biseranser di nava birînan de me.
(05.03.09)
***
Nivîsên Bargiran Şanaz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: