Diyarname
Kovara 'Kurt Tarîhî' ku bi tirkî û kurdî sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya rêbendan-reşemî-adarê li pêşberî xwendevanan e. Kovarê di vê hejmarê de bal kişandiye ser lehengên mîtolojîk ên kurdan.
"Kurt Tarîhî" hejmara xwe ya 35'an derxist. Dosyaya vê hejmarê bi navê "Mîtên Kurdan" e û di dosyayê de ji Cemşîd heta Rusten, ji Kawa heta Dehaq, ji Mem û Zîn heta Newrozê nivîsên li ser lehengên mîtolojîk ên kurdan hene. Edîtorê dosyayê Vecdî Demîr li ser amadekirina dosyayeke wisa ev gotin anîne ziman: "Dosyaya mîtên kurdan dike ku agahiyên kêm ên li ser mîtolojiya kurdan hinek be jî ji holê rake. Hêviya me ew e, ev xebata me ji bo xwendekar û lêkolînerên di vî warî de bixebitin bibe çavkaniyek."
Di çarçoveya dosyayê de Demîr ligel Dr.Shahab Valî hevpeyvînek kiriye û bi sernavê "Kawa lehengê avakar ê mîta kurdan e" hatiye weşandin. Valî dibêje: "Bi ya min em dikarin qala mîtolojiyeke dewlemend a kurdan bikin."
Her wiha Demîr ligel edîtorî û hevpeyvînê bi gotareke bi navê "Dara nifşê mîtên aryen" jî ked xistiye nava kovarê.
Sami Çelîktaş bi tirkî gotara "Di mîtolojiyê de têgeha leheng û tîpolojiya lehengên mîta kurdan"; Abdurrahman Adak jî bi kurdî gotara "Mît û efsane, di edebiyata kurdî ya klasîk de: Tema, jêder û bikaranîn" pêşkêş kiriye.
Zulkuf Ergun bi navê "Mîta Newrozê û rengvedana wê di helbesta kurdî ya nû de" (bi kurdî), Veysel Başçi jî bi navê "Di helbestên Ehmedê Palo de mît, bawerî û îmgeyên efsanewî" (bi tirkî) gotara xwe amade kiriye.
Nivîsa dawî ya di dosyayê de jî ji aliyê Cuhmur Olmez ve hatiye nivîsandin. Olmez bi navê "Nirxandinek li ser Ferhenga Mîtolojiya Kurdî" (bi kurdî) li ser ferhenga ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derxistibû nirxandina xwe weşandiye.
Di nivîsên din ên kovarên de Evdal Baqî nirxandina li ser pirtûka "Tarîxa Dewleta Kurdan" nivîsandiye; Nurullah Alkaç jî bi sernavê "Ji serdema dîrokê ve kurd û Kurdistan" gotara xwe amade kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
kurttarihi2017@gmail.com
+90 541 391 81 49