Bargiran Şanaz
Dixwazim bikevim hişê dînan. Bigerim li nav xeyalên wan. Zû bi zû. Bi kenên wan re dilaram. Bi gotinên wan ên delodîn re lez bi lez. Ne şerm e. Ne jî guneh e gotinên wan. Ne nêrîn û ne fikirîn e qest û mebesta wan. Ew in dilşad û bextewar. Ew in dilgerm û dilken.
Belê ez ê bi dînan re bijîm.
Ez ê li ba wan bêhn vedim û bireşînim. Li ser dilê wan û di nav hişê wan.
Erê ez ê bi vî rengî xwe xilas bikim. Bi vî rengê azad û dilşad.
Ez ê pêşî hişê xwe bifiroşime aqilmend û zanayan. Bila pê zarokan bikujin. Bila bombeyên kîmyewî biafirînin. Bila zimên û gelan ji holê rakin. Bila cîhanê bikin dojeh. Bila …
Û ez ê dil û hestên xwe ên ku absûrd û tewş jî bidime dilhişkan. Dilgemar û dilkujeran. Bila ew jî bi kêfa dilê xwe bikaribin hest û xwestinên însanî binpê bikin. Berî her tiştê ji kerema xwe bila evîn û hezkirinê ji holê rakin. Bila guneh bibînin. Bila bidin ber neşter û kêran. Bila qet gunehên xwe pê neyînin. Bila bi kêfxweşiyekî pêk bînin vî karê pîroz. Pê re jî bila têkiliyên dilovane qedexe bikin. Bila ji bîr jî nekin ha. Bila van qedexeyan bikin zagon. Zagonên ku bilêvkirina wan dibe gengeşî û sûc.
Belê di vê şeva tarî de ez ê hiş û hestên xwe bidim aqilmend û hestyaran. Ez ê jî bibim dîn. Dînekî bêhest û bêhiş. Da ku xilas bibim ji vî rewşa rûtirş, bêrehm û bêdad. Dixwazim van tewşiyan nebînim. Hîs nekim. Li ser neponijim. Belê ez ji ber vî sazûmanê xwe dîn dikim.
(22.02.09)