Bargiran Şanaz
Umrek e ez dimeşim, lê min hê rê neqedand
Ne umr ji min fêhim kir û ne min jê te’m sitand
Li dunyê karê herî bi zehmet, guhertin e
Guhertina mirovan, hemû umrê min qedand
Sabah Kara
Bi saetan e ku ez dimeşim. Her dimeşim. Di nav kuçe û kolanan de dimeşim. Di nav bazar û sûkan de dimeşim. Di nav mirovan de dimeşim. Li her derê kes, li her derê însan... Bêhemdê xwe hene. Her cihekî deng û bêhna wan hene. Ji wan xilasbûn ne gengaz e. Xwestina nedîtina wan ne mimkûn e. Ez dimeşim. Di nav wan de bi dilekî bêaram dimeşim. Gavên xwe zû bi zû davêjim. Tehemmûla min tune ye ku piçek li ba wan bimînim Lez bi lez davêjim gavan. Qet beriya xwe nazivirînim. Bala min nakêşên ew tiştên ku ez dibînim. Mirov û tevgerên wan li ber çavên min bûne marên reş. Ji ber vî jî hinek bi tirsî û hinek jî bi rikî li derdorên xwe dinêrim. Ditirsim ku ev mirov, ev marên reş, dê min pê jiyanên xwe, ên ku min dîn dike, bifetisînin. Dîtirsim min bavêjin li ser çûn û hatênên ji nêrîn û xeyalên min dûr. Ji ber vî ye mîna dînan digerim di nav însanan de. Ji dîwan û ji mekanên wan dûr disekinim da ku êş û nexweşiyên xwe bernedine min jî. Da ku min jî nekêşin di nav jiyanên xwe ên ku ji hestên insanî dûrketî.
Digerim di nava bajêr de. Ji her tiştê biguman û sil. Tu tişt bi rengê min nade. Bêhna min nayê ji tu kesê re. Her kes biyanî ye. Her kes xerîb. Ne wekî min gavan davêjin ne jî wekî min bi çavên matmayî dinêrin. Ji xwe û kirinên xwe bawer in. Wisa dizanin ku her kirin û gotinên wan ayetekî pirtûka pîroz e. Ew qas bawer in ku ji xwe, dikarin min di yek firê de daqûrtînin. Dikarin min mîna Mesîh bi bizmaran di daran de bikutin. Xwîna min birêjin û pê re jî wê pîroz qebûl bikin. Belê, ev bajarî bi temamî bi rengekî ecêb ve boyax dikin jiyana xwe. Bi vî rengê ve dixwazin ya min jî boyax bikin yan jî tarî û reş bikin. Binpê bikin. Di nav bêwateyiyê de bixeniqînin. Erê, tirsa min ji vî ye. Ji bo wî ye hey digerim û nikarim li ba wan bisekinim. Ji bo wî ye nikarim ji tu kesî/ê re zimanê xwe ter bikim. Ji bo wî ye mîna karxezalan ji mirovan sil im.
Hêj dimeşim û newestîme jî. Nikarim li cihekî, li ba mirovan bimînim. Rihê min dikeve cencereyan. Dibim dojeh û xwe bixwe dişewitînim. Mirov dibin sedema dojehbûna min. Dibin sedema parî bi parî şewata min. Dixwazin pê agirê bedena min gunehên xwe veşêrin. Bi dûmana şeweta min xeletiyên xwe meşrû bikin. Ez di nav wan de dimeşim. Lê hebûna min ezab dide wan û ya wan jî dide min. Di nav hev û din de ne em. Heman cih û heman bajar. Lê ew bûne kujerê hebûna min û ez jî bûme ya wan. Em bûne tezatek. Bûne dijminê hev û din. Ez û ev bajarî. Ez û ev mirovên bêjiyan û bêrih. Lê hêj jî dimeşim di nav wan de!…
(01.03.09)
***
Nivîsên Bargiran Şanaz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:


