AMED
Li Amedê, 116 rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, operasyonên PDK'ê yên li dijî saziyên kurdan, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Emê tu carî rê nedin ferasetên siyasî ku destketiyên xwe yên aborî û malbatî, ji ser destketiyên neteweyî re digirin û zirarê didin yekîtiya neteweyî."
116 rêxistinên civakî yên sivîl bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP'ê hatin cem hev û bi daxuyaniyeke çapemeniyê PDK hişyar kirin.
Di daxuyaniya li ber avahiya KCD'ê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, Hevşarêdarên Navçeyên Amedê, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes amade bûn.
Di dema dayîna daxuyaniyê de dayikên aştiyê dowîzên bi nivîsa "Em nebin yek, emê herin yek bi yek!" û "Ey Barzanî Kurdistan yek e perçe neke, ev îxanet e" hilgirtin.
Metna hevpar a 116 rêxistinên civakî yên sivîl, ji aliyê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve hat xwendin.
Zumrut got, "Gelê kurd ê ku ji gelên herî qedîm ê xaka Mezopotamyayê ye, di du sed salên dawî de bi komkujî û êşên gelek giran re rû bi rû ma ye. Mêtîngeran xwestiye ku dîroka gelê kurd veguherînin dîroka qetlîam û êşan. Gelê kurd ê ku naxwaze careke din van komkujî û êşan bijî, bi rêxistin û berxwedêriya xwe, xwe ji nû ve diafirîne."
DIVÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BÊ XURTKIRIN
Zumrut diyar kir ku çavê gelê kurd di ax û mafê tu gelî de nîn e û got: "Tenê dixwaze wekî hemû gel û neteweyên din, bi nasnameya xwe di nav wekhevî û azadiyê de bijî. Li hemberî vê xwesteka gelê kurd a însanî, demokratîk û gerdûnî, tehemul nayê kirin û êrîşên li hemberî destketiyên gelê kurd didomin. Darvekirinên Îranê ku gihîştine asta komkujiyê, êrîşên li hemberî Rojava, mînakên berbiçav ên vê bêtehamuliyê ne. Di pêvajoya têkoşîna azadiyê de, gelê kurd bi gelên din ên Rojhilata Navîn re li rojavayê Kurdistanê modeleke mînak a Xweseriya Demokratîk ava kiriye. Divê gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn li van destketiyên Rojava xwedî derkevin û biparêzin. Mayîndebûna destketiyên gelê kurd, di heman dermê de tê wateya pêşketina aştî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî. Ji bo vê, bihêzbûna yekîtiya gelê kurd, xwedî girîngiyeke dîrokî ye."
Di daxuyaniyê polîtîkayên PDK'ê hatin rexne kirin û wiha hate gotin: "Di vê pêvajoya dîrokî de, ji bo valaderxistina êrîşên li hember destketiyên gelê kurd, ku divê Kongreya Neteweyî ya kurd bihata lidarxistin û ji ber helwesta PDK’ê heta niha pêk nehatiye. Ambargoya PDK'ê ya li hember Rojava, polîtîkayên kolandina xendekan û hwd. li Hewlêr, Duhok û Zaxoyê serdegirtinên KDP ê yên li hember gelek saziyên kurdan û dîsa binçavkirina gelek kesan û dorpêçkirina Kampa Mexmûrê, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di bingeha xwe de ev êrîş, serdegirtin û binçavkirin li hemberî hemû sartî û saziyên gelê Kurd in. Ev serdegirtin û binçavkirin, dişibin operasyonên qirkirinên siyasî ku di bin navê KCK'ê de li Tirkiyeyê li hember partî, sazî û rêxistinên gelê kurd hatibûn lidarxistin.
Tê zanîn ku di demên dawî de têkiliyên aborî û siyasî yên di navbera AKP û PDK'ê de bi pêş dikevin. Piştî van pêşketinan, pêkhatina van operasyonan watedar e. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Di vê demê de, ev polîtîkayên ku zirareke mezin didin têkoşîna azadî û demokrasiya gelê kurd, nîşaneya xefletê ne."
DIVÊ JI BO GELÊ KURD LÊBORÎN BÊ XWESTIN
Zumrut ji ber êrîşên li dijî saziyên kurdan ji PDK'ê xwest ku ji gelê kurd lêborînê bixwaze û bi vî rengî dawî li daxuyaniyê anî:
"Bi van polîtîkayên xwe, PDK zirareke mezin dide dahatuya Rojhilata Navîn û siberoja gelê kurd a azad. Divê PDK ji van polîtîkayên xwe yên şaş û li dijî yekîtiya gelê kurd, demekê berî ya din, dev berde. Kesên ku hatine binçavkirin demek zûtirîn serbest werin berdan. Ji ber van polîtîkayên xwe yên çewt û dijberker ji gelê kurd em wekî saziyên sivîl ên kurdistanî dibêjin ku, bila herkes bizanibe em ê tu carî rê nadin, feresetên siyasî ku destketiyên xwe yên aborî û malbatî, ji ser destketiyên neteweyî digirin û zirarê didin yekîtiya neteweyî.
Em vê helwesta PDK'ê şermezar dikin û bang li hemû saziyên civakî û siyasî yên kurdistanî dikin ku, li hember polîtîkayên PDK'ê yên ku hêzê nadin yekîtiya neteweyî, dengên xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin."
SAZIYÊN ÎMZE AVÊTINE BINÊ DAXUYANIYÊ
1. AKADEMIYA ZIMAN A AHMEDÊ XANÎ
2. KOOPERATÎFA JINÊ YA BAGLARÊ
3. MECLÎSA DAYIKÊN AŞTIYÊ
4. RÊXISTINA BDP'Ê YA AMEDÊ
5. BELÇAD
6. BELEDIYE-ÎŞ
7. SENDÎKAYA XEBATKARÊN VEGUHASTINÊ YA YEKBÛYÎ(BTS)
8. ODEYA HEKÎMÊN DIRANAN ÊN HERÊMÊ
9. SENDÎKAYA KEDKARÊN BURO (BES)
10. BUŞAK-DER
11. NAVENDA ŞÊWIRMENDIYA JINÊ YA CEREN
12. KOMELEYA JINÊ YA CEREN
13. KOMEELYA DILXWAZÊN HAWIRDORÊ
14. ODEYA ENDEZYARÊN HAWIRDORÊ
15. DEV EMEKLÎ-SEN
16. DEV-SAGLIK ÎŞ
17. NAVENDA ÇANDÊ YA DÎCLE FIRATÊ
18. KOMELEYA ASTENGDARÊN DÎTINÊ YA DÎCLE
19. NAVENDA LÊKOLÎNÊN CIVAKÎ YA DÎCLE
20. KOMELEYA XWENDEKARÊN AZAD A ZANÎNGEHA DÎCLE (DUO-DER)
21. KOMELEYA PÊWIRMENDIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A DÎCLEKENT
22. DÎKASUM
23. DÎAY-DER
24. NÛNERIYA HERÊMÊ YA DÎSK'Ê
25. ODEYA HEKÎMÊN DIRANAN
26. SENDÎKAYA KEDKARÊN WEQF Û DIYANETÊ (DÎVES)
27. DIYAR GOÇ-DER
28. DIYAR TUHAD-DER
29. ODEYA TABÎBAN A AMEDÊ
30. ODEYA PIŞESAZÎ Û BAZIRGANIYÊ YA AMEDÊ (DTSO)
31. EGÎTÎM SEN
32. ODEYA ENDEZYARÊN ELEKTRÎKÊ
33. AKADEMIYA KEDÊ
34. RÊXISTINA EMEP'Ê YA AMEDÊ
35. ESM
36. MECLÎSA ASTENGDARAN
37. EPÎDEM
38. RÊXISTINA ESP'Ê YA AMEDÊ
39. KOMELEYA ŞÊWIRMENDIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A FATÎHPAŞA
40. KOMELEYA ASTENGDARÊN BEDENÎ YA GAP'Ê
41. KOMELEYA ŞÊWIRMENDIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A GAZIYAN
42. GENEL-ÎŞ ŞAXÊ HEJMARA 1
43. GENEL-ÎŞ ŞAXÊ HEJMARA 2
44. WEQFA KOÇÊ
45. ODEYA DERMANFIROŞAN
46. GUNTÎD
47. HABER-ÎŞ
48. HABER-SEN
49. HARB-ÎŞ
50. ODEYA ENDEZYARÊN NEXŞEYÊ
51. KOMELEYA ŞÊWIRMENDIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A HASIRLI
52. RÊXISTINA HDP'Ê YA AMEDÊ
53. NÛNERIYA HERÊMÊ YA ÎHD'Ê
54. ŞAXÊ ÎHD'Ê YÊ AMEDÊ
55. ODEYA ENDEZYARÊN ÎNŞAETÊ
56. KOMELEYA AVAHIYAN A KARSAZAN
57. ODEYA ENDEZYARÊN JEOFÎZÎK
58. ODEYA ENEZYARÊN JEOLOJÎ
59. AKADEMIYA JINÊ
60. MALA JINÊ YA KARDELEN
61. KOMELEYA PIŞTEVANIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A KAYNARTEPE
62. ODEYA ENDEZYARÊN KÎMYA
63. KOMELEYA IŞTEVANIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKEV A KORXET
64. NÛNERIYA SENDÎKAYA ÇAND Û HUNERÊ
65. KURDÎ-DER
66. ESTÎTUYA KURD
67. KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD
68. KURT-PEN
69. KOMELEYA PİŞTEVANÎ Û ALÎKARIYÊ YA LICEYIYAN
70. ODEYA ENDEZYARÊN KANÊ
71. ODEYA ENDEZYARÊN MAKÎNE
72. KOMELEYA PIŞTEVANÎ Û ALÎKARIYÊ YA ŞEMREXIYAN
73. MEYA-DER
74. YEKITIYA KULUBÊN MEZOPOTAMYA
75. ODEYA MÎMARAN
76. NAVENDA JINÊ YA NÛJÎN
77. OSGÎAD
78. AKADEMIYA DÎROKÊ YA ROJHILATA NAVÎN
79. CEMIYETA ROJNAMEVANÊN AZAD
80. ODEYA MÎMARÊN PEYZAJ
81. KOMELEYA PÎR SÛLTAN ABDAL
82. SENDÎKAYA KEDKARÊN TENDURISTIYÊ (SES)
83. SAGLIK-ÎŞ
84. ODEYA BAZIRGANÎ Û PIŞESAZÎ
85. KOMELEYA SARMAŞIK
86. KOMELEYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A SELAHATTÎN EYYÛBÎ
87. SELÎS
88. KOMELEYA PIŞTEVANÎ û ALÎKARIYÊ YA FARQÎNIYAN
89. NAVENDA PÊŞVEBIRINA CIVAKA SIVÎL (STGM)
90. ODEYA PLANSAZÊN BAJÊR
91. KOMELEYA PIŞTEVANIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A ŞEHÎTLÎK
92. KOMELEYA PIŞTEVANIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A ŞÊXŞAMÎL
93. ODEYA AJOKARAN
94. TARIM ORKAM SEN
95. SENDÎKAYA TEK-GIDA ÎŞ
96. TES-ÎŞ ŞAXÊ HEJMARA 1
97. TES-ÎŞ ŞAXÊ HEJMARA 2
98. TEZKOOP-ÎŞ
99. TUHAD-FED
100. TUM BEL-SEN
101. TURK-ÎŞ HERÊMA 7.
102. HEWLDANA AŞTIYÊ YA AMEDÊ YA MECLÎSA AŞTIYÊ YA TIRKIYEYÊ
103. KOMELEYA ANTRENORÊN FUTBOLÊ YA TIRKIYEYÊ ŞAXÊ AMEDÊ
104. WEQFA MAFÊN MIROVAN A TIRKIYEYÊ (TÎHV)
105. TZP KURDÎ
106. ODEYA HEKÎMÊN VETERÎNER
107. YAPI-YOL SEN
108. YG21 MECLÎSA ASTENGDARAN A KONSEYA BAJÊR
109. YOL-ÎŞ ŞAXÊ HEJARA 1
110. YOL-ÎŞ ŞAXÊ HEJMARA 2
111. KOMELEYA PIŞTEVANIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A YÛNÛS EMRE
112. ODEYA ENDEZYARÊN ZÎREETÊ
113. KOOPERATÎFA AVAHIYAN A SÎTEYA PIŞEYÎ YA DUYEMÎN
114. KOOPERATÎFA AVAHIYAN A SÎTEYA PIŞEYÎ YA SÊYEMÎN
115. KOMELEYA PIŞTEVANIYA WELATIYÊN AZAD Û WEKHEV A 5 NÎSAN
116. KOMELEYA 78'AN


