Amadekar: Cemil Oguz
Çend sal berê mirov binêriya belkî yê yek didu, belkî yê çend hunermendan kanalê wan ê youtube hebû. Lê van salên dawî her ku diçe hema her kes kanalê vedike. Û van rojan jî tê dîtin ku hunermendên kurd bang dikin ku kanalên wan bêne şopandin. Li ser vê me jî bala xwe da kanalên wan ên youtube ka kî xwedî kanal e, herî zêde kî tê şopandin.
Hunermendên bê kanal
Di encamê de me dît ku hin hunermendên navdar kanalên wan ên youtube tune ne. Wekî mînak di serî de Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Ciwan Haco, Diyar, Dilşad Seîd tên. Yê Xemgîn û Diyar stranên wan dibin banê Kom Muzîkê de ne, lê yên Perwer hinek din belav wela dixuyin. Xalek din ji bo Şivan Perwer: Kanalek bi ser navê wî heye zêdetir daxuyanî û axaftinên xwe têde parve dike, ne stranên xwe.
Di warê yên herî zêde têne şopandin de bi qasî me diyar kir Rojbîn Kizil di rêza yememîn de ye. Bi tam temamî 325 hezar şopînerên wê yên kanala youtube hene.
Hevkêşeya tora civakî û kanalan
Li aliyê din gelek hunermendên me di nav tora civakî de gelek şopînerên wan hene lê şopînerên youtube ew qas nîn in. Mînak 524 hezar kes ji ser twitterê re Aynur Doganê dişopînin lê şopînerên wê yên ser youtube tenê 54 hezar in. Şopînerên Ayfer Duzdaş ên twittîrê bi ser 10 hezarî re ne lê di youtube de hejmar nagihîje 5 hezarî. Rewşa berevajî vê jî heye. Mînak şopînerên Mem Ararat li ser twitterê 29 hezar kes in lê li ser youtube 132 hezar kes in. Ji bo Rojda jî wisa ye ku li ser twitterê dor 6 hezar, lê li ser youtube 77 hezar şopînerên wê hene.
3 kesên herî zêde têne şopandin
Di nav hunermendên kurd de herî zêde aboneyên kîjan hunermendî/ê hene? Kîjan zêdetir tê şopandin? Lîstiyeke balkêş derket holê. Rojbîn Kizil bi 325 hezar şopîneran di rêza yekemîn de ye. Paşê Navîd Zardî, Mîran Alî, Ahmed Aslan, Arî Jan, Seyda Perînçek, Mem Ararat, Şerîf Omerî tên ku hemû bi ser 100 hezar kesî re têne şopandin.
Vaye lîsteya hunermendên ku bi ser 10 hezar kesî re li ser youtube wan dişopînin: - Rojbîn Kizil: 325 hezar - Ahmet Aslan: 195 hezar - Seyda Perînçek: 143 hezar - Mem Ararat: 132 hezar - Şerîf Omerî: 118 hezar - Alend Hazim: 80.700 - Rojda: 77 hezar - Aynur Doğan 54.700 - Rewşan Çelîker: 52.200 - Loren Amûdê: 50.900 - Dîno Hozan: 49..400 - Xecê: 40 hezar - Miraz: 39.400 - Metin Kemal - Kahraman: 36.100 - Rênas Mîran: 33.400 - Nîşan Manan: 32.700 - Berfîn Akay 25.200 - Agreen Dilshad: 24.100 - Nazdar: 22.600 - Chopy Fetah: 21.200 - Şahê Bedo: 21 hezar - Silbus û Tarî: 19.900 - Ayub Ali: 19.700 - Ferhad Merde: 15.100 - Dilo Doxan: 13.800 - Sîmav H: 13.400
- Felemez Rolav: 43.700
- Bana: 34.800
- Hozan Aydin: 28.400
- Jehrmar: 21 hezar
- Wesen: 19.900
- Gonul Dilan: 17.900
- Yasin Yildiz: 17 hezar
- Hesen Şerîf: 12.800
- Lawje: 12.600
- Ciwan Haco: 11 hezar
- Mîkaîl Aslan: 11 hezar
- Kemalê Amed: 10.500
- Seîd Yûsiv: 10.500
- Ayşe Şewaqî: 10.200
Lîsteya hezar - 10 hezarî
Hunermendên ku şopînerên wan di navbera hezar û 10 hezarî de ne jî me neqandin lê yên bin hezarî re me nexistin lîsteyê. Me dît ku hin ji wan navdar in jî lê ji ber nû kanal vekirine hê şopînerên wan zêde nebûne. Di vê beşê de me tenê yên bi ser hezarî re heta 10 hezarî rêz kirin:
- Mehmet Atli. 9720
- Diljen Ronî: 8.810
- Nîzamettîn Arîç: 8.650
- Seyithan Sevinç: 8140
- Li Dinê: 7.730
- Rojhat Ciziri: 6590
- Cemîl Koçgirî: 5870
- Rojîn: 4.950
- Mehmûd Berazî: 4760
- Ronî Artîn: 4.710
- Şêrzad Efrînî: 4470
- Yunus Dişkaya: 4230
- Xêro Abbas: 4 hezar
- Ayfer Duzdaş. 3660
- Pervîn Çakar: 3440
- Yalda Abbasî: 3260
- Dîlan Dop: 3160
- Ruşen Alkan: 1.910
- Sakina Teyna: 1740
- Alî Jiyan: 1410
- Sîmir Rûdan: 1880
- Delîl Dîlanar 1280
- Ferît Sevîm: 1.200
- Azad Farqîn: 1150
Kanalên saziyên muzîka kurdî
Di nav saziyên kurd ên muzîkê de kanala herî zêde tê şopandin Kom Muzîk e. Kom Muzîk xwedî vê avantajê ye ku di serî de hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê û beşek ji hunermendên li Ewropayê bêyî kanalê vekin di bin banê Kom Muzîkê de stran-klamênwan têne pêşkêş kirin. Piştî wê Ses Media bi 94 hezarî û Aydin Muzîk bi 88 hezar û 900 şopînerî tê. Divê em vê jî bibêjin "Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut" (Enstîtuya Çandî ya Kurd-Alman) ku çend roj berê hemû klamên Radyoya Erîwanê li ser hesabê xwe belav kirin ji nişkeve pêş ket: Dîsa Em Hunergeha Welat jî ji bîr nekin. Di beşa saziyan de rêze wisa derket holê: - Kom Muzîk: 309 hezar - Ses Media (Muzîk): 94 hezar - Aydin Muzîk: 88 hezar û 900 - Sîbera Deng: 56.300 - Sîlvana Muzîk: 49.100 - Red Muzîk 28.700 - Hunergeha Welat: 19.700 - Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut: 18.500
Têbinî: Mimkûn e me hin ji bîr kiribin. Li gor vê lîsteyê yên me ji bîr kirin hebin dikarin bi bîra me bixin ku em lê bikin.