Diyarname
Îro Roja Parêzeran a Cîhanê ye. Di rojeke wisa de em roja parêzerên kurd ên ku her li ber gelê xwe ne pîroz dikin.
Li Bakur, di nav kurdan de zêdetir piştî salên 90'î qîmeta parêzeran hate zanîn. Ew her li ber gelê xwe bûn. Wan doza şewitandina gundan şopand. Ew ketine dû kesên ku hatine binçavkirin, windakirin. Wan her kir ku mafên kurdan biparêzin. Ji wan gelek jê jî hatin hilbijartin û bûn şaredarên kurd, bûn mebûs...
Di vê 5'ê avrêlê, Roja Parêzeran a Cîhanê de em roja parêzerên kurd pîroz dikin. Bi taybetî em sipasiya wan parêzerên kurd dikin ku ew hê jî li ber gelê xwe ne, li ser doza gelê xwe xebata xwe didomînin.


