Diyarname
Meraşsporê ji ber ku bi Zaxosporê re maçeke dostane lîst TFF'ê 10 hezar pereyê cezayê li Meraşsporê birî.
Meraşspor û Zaxospore 26'ê meha borî li Meraşê maçeke dostane bi hev re lîstibû. Maça ku hakêmê fermî jî lê tune bû di deqîqeya 70'yî de bi dawî bûbû.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) li ser vê yekê li hev civiya. Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel a ku girêdayî TFF'ê ye sedema "Lidarketina maçeke wisa ranegihandine TFF'ê" deh hezar cezaya pereyan li Meraşsporê birî.
Rayedarên Meraşsporê jî dan zanîn ku tu aliyeke fermî ya maçê nîn bû û ewê nerazîbûn li hemberî cezayê nîşan bidin.


