Henîfe Hisên
Ev 6 sal in şoreşa Rojava û Sûrî li dar e. Civak û tevgera me pir bi nazikî nêzî têkiliyên bi welatên cîran re bû û nexwest ji milê me ve tu nêzîkatiyên neyînî û dijminane bibe sedema ku di demên pêş de em nikaribin bên cem hev û nikaribin diyalogê pêş bixînin. Berovajî wê me her xwest em têkiliyan pêş bixînin û cîrantiyek rast bikin. Li gorî vê em dikarin bêjin bi hin dewletên cîran re niha jî têkiliyên me baş in û ev dikare bibe bingeha têkiliyên dostaniya stratejîk ji bo gelên li herêmê.
Lê dewleta Tirk hîn ji destpêka şoreşê ve li dijî gelê me ket nava helwestek dijminane. Di her fersendê de hem bi komên çete şerê bi wekalet da meşandin hem jî bi awayekî fiîlî bi xwe êrîşî herêmên Rojava kir.
Hîn di destpêka şerê li Sûrî de meclisa niştimanî Sûrî birin cem xwe, bi wan re peymana Edeneyê nû kirin. Li peymana berê du xal zêde kirin. Ev xal jî wiha ne; yek wê li seranserî sînorê Rojava bi Tirkiyê re statuyek kurdan di pêşengiya PYD de çênebe. Du, mafê Tirkiyê heye ku 5 km derbasî xaka Sûrî bibe û bide dû terorîstan.
Mebesta wan endamên tevgera me ne. Ev di destpêkê de helwesteke dijminane bû. Di vî warî de dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya maddî û manewî destek da komên weke El Nûsra, Newaf el Beşîr û herî dawî jî DAÎŞ destek kirin û şandin ser Rojava. Bi salan şerekî bi wekalet dan meşandin. Dema dixwestin bi xwe jî dikirin, ji milê xwe ve me her xwest bi Tirkiyê bidin fêmkirin ku em naxwazin dijminantiyê bikin. Guhertina gora Şah Suleyman jî di encama lihevkirinê de hat guhertin. Ev ji bo niyeta baş mînak bû. Lê dewleta Tirk ev jî li gorî xwe şîrove kir û xwest bi kar bînê. Ji wê demê heta niha destê wan di hemû şerên li Rojava de heye. Di şerê Kobanê de li ber çavên cîhanê sînorê xwe ji DAÎŞ’ê re vekir. Bi TIR’an çek ji wan re şandin, ji bo DAÎŞ’ê ji tevahiya cîhanê endam komkirin.
Lê bi taybetî piştî rizgarkirina Girê Spî bi awayekî vekirî êdî ji Efrînê heta Endîwerê li ber çavên cîhanê sînorê me tê îhlalkirin. Bi çekên giran li gund û bajarên nêzî sînor dide. Li hemû deveran sînor tên rakirin û pêş de tînin, dîwar lêdikin û kanalan dikolin. Li Efrînê bi hezaran darên zeytûnan ên gel rakirin. Heta niha di destê me de dosya hene ku bi sedan hemwelatiyên Rojava bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin. Ev hemû li gorî zagonên navneteweyî sûc in, hîn pêr li Girê Spî du welatî kuştin û yek birîndar kirin. Ji milê din ve ev 2 meh in li Nisêbînê şerekî hovane tê meşandin. Bi dehan topên Artêşa Tirk li Qamişlo ketine û heta niha 6 welatiyên Rojava birîndar bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Ev hemû sedem in ku em xwe biparêzin û sînorên xwe bigirin.
Esas ger heta niha me dengê xwe nekiriye, ji ber em plana deweta Tirk dizanin. Ew dixwezin em bersiva wan bidin û bikin hinceta ku pê derbasî Rojava bibin. Ji xwe niha li Kilîsê provaya vê tê kirin. Ji milekî ve bi qasî 60 grûbên komên çekdar li Încirlîkê bi hevkariya koalisyonê perwerde dikin û wan ji bo şerekî ser Efrînê amade dikin. Di heman demê de civînek li Entabê çêkirin û di civînê de biryarên weke em federasyonê qebûl nakin, em ê nehêlin navbera Efrîn û kobanê vebe. Em ê deverên weke Til Rifat û Minix ji hêzên Sûriya demokratîk cardin bigirin.
Dema em van kiryaran hemûyan tînin cem hev diyar dibe ku Artêşa Tirk dixwaze Rojava dagir bike. Ji bo wê di serî de li Qamişlo û Efrînê li seranserî sînorê Rojava mafê me yê bersivdanê derdikeve holê. Bila gelê me, rewşenbîr û raya gîştî, bi taybet jî hêzên koalisyonê vêya bizanibin. Wê demê bila kes me gunehbar neke.
09.05.2016, Yenî Ozgur Polîtîka