Diyarname
Di "UEFA Woman's Euro 2017" de îro maçên ji bo fînalê hatin lîstin û di encamê de Hollanda û Danîmarka derketin fînalê. Fînal vê yekmeşê ye.
Danîmarka bi penaltiyan hat
Maça pêşî di navbera Danîmarka û Avusturya de bû. Di 90 deqîqe û 30 deqîqeyên zêdek de tu encam, tu gol derneket û derbasî penaltiyan bû. Danîmarkayê di encama penaltiyan de Avusturya têk bir û derket fînalê.
Jinên Hollandayê serketî bûn
Maça din di navbera Hollanda û Îngilistanê de bû. û li Stada Twente hat lîstin. Di warê tîma jinan de Îngilistan serketî ye, lê Hollanda ku di vê tûrnûvayê de mazûvan e hem baş lîst, hem ev mazûvaniya xwe bikar anî. 27 hezar temaşevanên fûtbolê piştgirî dan Hollandayê. Lîstikvanên jin ên Hollandayê firsend nedan jinên îngilîz...
Di deqîqeya 22'yan de li ser navê Hollandayê Miedema gol avêt û maç bû 1-0. Piştî deqîqeyên 25'an bi qasî 10 -15 deqe Îngilistanê gelek hewl da xwe, serketî bû jî lê nekarî golê biavêje.
Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de her du tîman jî hewl dida xwe, lê Hollanda carek din derket holê: Van De Donk di deqîqeya 62'yan de li ser tîma xwe carek din gol avêt û hinek din hêviya Îngilistanê şikand: 2-0.
Û di deqîqeyên zêdek ên maçê de Hollanda golek din jî avêt (bû 3-0) û jinên îngiliz şandin mal. Lîstikvana Hollandayê Van De Donk ku maça duyem jî avêtibû wekî lîstikvana herî serketî ya maçê hat hilbijartin.
Maça fînalê vê yekşemê di navbera Hollanda û Danîmarkayê de bê lîstin. Wisa diyar e bi lîstina xwe û helbet bi temaşevanên xwe Hollanda hinek ber bi kûpayê ve ye. Lê bi her halê xwe dê maçek xweş, fînalek xweş bê lîstin.
Maç ji aliyê Eurosport 1 ve têne weşandin
**
Nûçeyên eleqedar:
- Nîv fînalîst diyar bûn, maç 3'yê mehê ye
- Çarîk fînala fûtbola jinan îro dest pê dike
- Jinên Hollanda û Danîmarka ji komê derketin
- Berevajî mêran jinên îngilistanê zora jinên spanyolî birin


