Krîstîn Ozbey
Dimeşim li kolanên xerîbistanekê. Dengê kaboka sola min di guhê min, dilê min û dîwarên xelkê de olan dide. Carna dengê teqeteqa kaboka solê û dengê dilê min tevlihev dibin, nizanim ku kîjan deng ji ku derê tê. Bi mêjiyekî tevizandî a wisa ji xwe re digerim bêwate û bêdeng. Li welatekî ku çaraliyê wê girav e dimînim ev sê hefte ne. Hema bêje li her derê wê geriyam mîna qereçiyekê ku kovanan ji xwe re berhev dike. Welatekî bifikirin ku geh dişibe Mêrdînê, geh Heskîfê, geh Antalya. Ji min we ye ku hemû welatên li kêleka avê dişibin hev. Lê nizanim çima Mêrdîn jî di nav vê şibandina min de ye.
Li serê her kuçeyê, li her kolanê çend mase danîne û ji xwe re rûniştine vedixwin. Mîna me ji derd û kula venaxwin, ji kêfa vedixwin û ji bo ku dem derbas bibe xwe bilî dikin. Dema wan heta tu bêjî pir e û derdê wan heta tu bêjî kêm e.
Li vir ji her aliyê dinyayê mirov hene. Tu bi kê re hinekî hevaltî dikî ji te rojbûna te dipirsin da ku ew roj ji te re peyam bişînin. Li ba van miletê xerîb rojbûn pir û pir girîng e. Ew tenê bi jiyanê dizanin dêmeg.
Di nav van fikran de ji nişke ve min xwe di kuçeyên Sûrê de dît. Dengê teqeteqa kaboka sola min hişktir bû. Ji ber ku kevirên me hişktir in deng û olan hişktir in ji cihê din. Ketibûm kuçeya Xana Cemîlpaşa. Ber bi muzexaneya bajar ve diçûm. Ev demekê dirêj bû ku şaredariyê û çend xebatkarên pispor bi kedekê bêhempa hewl didan ku bîranînên bajarekî wekî Amedê di vir de kom bikin. Ber bi wir de diçûm lê min her dît ku Xana Zêluyan derkete pêş min. Di derî de ketim hundir lê min dît ku ketime Xana Hesen Paşa. Derketim derve ku ber bi hedefa xwe de biçim. Meşiyam di wan kuçeyên tengên ku bêhna mirov fireh dikin de. Dengê teqeteqa sola min, dengê dilê min û dengê çekan tevlihev bûn. Lê neditirsiyam. Tenê diêşiyam. Hatim ber Minareya Çarpê. Dengê kevokekê sipî ya xeyîdandî ji dûr ve kete nav dengan. Vê carê dengê zarok û çivîkan qet nedihat.
Min her dît ku li Deriyê Mêrdînê me û li Çemê Dîcleyê dinêrim. Dengê xuşexuşa ava wê jî xwe kir nava dengên heyî. Dengê herikîna Dîcleyê tim temsîla serhildan û êşê ye ji bo min. Goristana Deriyê Mêrdînê wekî hergavîn bêdeng e, li dinyayê guhdar dike.
Dimeşim û dimeşim lê nagihîjim tu derekê. Jiyan teqeteqek bêdawî ye her tim. Di welatekî perçebûyî de her deng dişibe teqeteqê êdî.
Min her dît ku li derekê, bi çend hevalên her yek ji miletekî cuda ne re rûniştîme. Yekê pirsî “rojbûna te kengî ye û tu yê bibî çend salî ?” Di guhê min de dengê stranekê ji helbesta Arjen Arî olan da û got “emrê te hê çend û şeş e”. Min jê re got, rojbûna min nêzik e, emrê bedena min dibe 40 û hiş bûm. Û di dilê min de dengekî got, emrê rihê min bi qasî salên bindestiya welatê min e.
qristin11@hotmail.com
***
Nivîsek din a Krîstîn Ozbey ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Ji '99 Morîkên Belavbûyî' tiştên ji bo min man


