Diyarname
Lîga Neteweyan a UEFA’yê ya 2022-2023’yan dest pê kir. Lîga ku ev cara sisêyan e li dar dikeve xwedî sîstemek cuda ye. Maçên vê lîgê roja 3’yê mehê dest pê kirin
ÇEND KOM Û ÇEND TÎM?
Di lîgê de Komên A, B, C û D hene. Di Lîgên A, B û C de her yekê de 16 tîm hene. Wisa diçin: Lîga A, Koma 1’ê de 4 tîm, Koma 2’yê de 4 tîm, Koma 3’yê de 4 tîm û Koma 4’ê de 4 tîm hene.
Lîga B û Lîga D jî bi heman awayî, heman reqemî hatiye sazkirin.
Lîga D de 7 tîm hatine bi cih kirine. Ji van Lîga D Koma 1’ê de 4 tîm, Lîga D Koma 2’yê de 3 tîm hene.
ŞAMPIYON ÇAWA DIBE?
Di vê tûrnûvayê de şampiyon jî bi şiklek cuda ye: Tenê yekemînên Komên Lîga A siûda wan a şampiyoniyê heye. Di Lîga A de 4 tîmên di koman de bibin yekemîn bi ev re maçên fînalê dilîzin. Ji van 4 tîman yek ji bo van maçan mazûvanî dike.
KETIN Û BILINDBÛNA TÎMAN
Di vê tûrnûvayê de ketin jî heye. Yekemînên tîmên jêrîn derdikevin komek jortir. Ketin jî heye helbet.
ŞAMPIYONÊN HETA NIHA
Di Lîga Neteweyn a UEFA’yê de di sala 2018-2019’an de Portekîzê Hollanda bi 1-0 têk bir û bû şampiyon. Di sala 2020-21’ê de jî Fransayê Spanya bi 2-1 têk bir û bû şampiyon.
Li dinyayê tûrnûvaya herî mezin Kûpaya Cîhanê ye ku 4 salan carek li dar dikeve. Îsal Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2022’yan li Katarê li dar dikeve.
Li parzemînan federasyonên wê derê ji bilî Kûpaya Cîhanê di navbera welatên xwe de çar salan carek tûrnûvayeke din li dar dixin. Ê Ewropayê jî UEFA li dar dixe. UEFA’yê “EURO 2020”* li dar xist û di vê tûrnûvayê de Îtalyayê bi penaltiyan Îngilistan têk bir û kûpa bir mala xwe. UEFA ku niha wekî ‘tûrnûvayeke navberê’ Lîga Neteweyan li dar xistiye ji bo Euro 2024’an jî xwe amade dike ku ev tûrnûva dê di navbera 14 pûşper - 14 tîrmeha 2024’an de li Almanyayê li dar bikeve.
NIHA MAÇAN DEST PÊ KIR
Berî ku Lîga Neteweyan hebe tîmên Ewropayê di valahiyê de maçên dostane dilîstin, EUFA’yê ev Lîga Neteweyan xist vê navberê. Maçên yekemîn roja 1’yê mehê hatin lîstin. Polanyayhe Galler bi 2-1, Gurcistanê Cebelîtarik bi 4-0, Kosovayhe Qibrisa Başûr bi 2-0 têk bir.
Di maçên 2’yê mehê de Bulgaristan û Makedonyaya Bakur bi 1-1 wem hev man. Heman rojê Estonyayê San Marino bi 2-0, Yewnanistanê jî Îrlandaya Bakur bi 1-0 têk bir. Maça Albenia û Rusyayê jî betal bû (hemû maçên Rusyayê ji ber şerê wan û Ûkraynayê hatine betalkirin). Dîsa 2Yê mehê sê maçên din jî hebûn: Komara Çek- Swîsre: 2-1, Spanya? Portekîz: 1-1 Kazakistan-Azerbaycan? 2-0, Slovenya-Swêd: 0-2.
Roja 3’yê mehê jî 6 maç hebûn: Litenştayn- Moldova: 0-2, Rusyaya Spî-Slovakya: 0-1, Belçîka-Hollanda: 1-4, Fransa-Danîmarka: 1-2
Roja 4’ê mehê jî 7 maç hene?
Saet 16.00
- Ermenistan – Îrlanda
Saet 19.00
- Litvanya - Luksemburg
- Finlandiya - Bosna Hersek
- Macaristan - Îngilistan
Saet 21.45
- Îtalya - Almanya
- Montenegro - Romanya
- Tirkiye - Giravên Farce
*Ji bo hemû nûçeyên Euro 2020: