Diyarname
Li Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê daxuyaniyeke da, Platforma Ciwanên jî li ber zanîngehê çalakî li dar xist.
Tan: Ligel her tiştî têkoşîna ziman didome
Li Stenbolê TZPKurdî û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi mabesta 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Nûnerê TZPKurdî Mevlut Aykoç, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek welatî tevlî bûn.
Serokê Enstîtuya Kurdî Tan, daxuyanî bi kurdî xwend, bal kişan ser zext û zordariyên li ser zimanê zikmakî û redkirina parastina bi kurdî. Tan wisa got: "Îro girtiyên siyasî li girtîgehan ji bo bi zimanê dayika xwe parastinê bikin berxwe didin û bi paş ve gav navêjin. Ligel hemû qedexeyên hikumeta AKP'ê yên li ser zimanê kurdî saziyên kurdan têkoşîna xwe ya ziman didomînin."
Tuncel: Divê tirk jî kurdî hînbibin
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku zext û zordariyên li ser kurdî polîtîkaya dewletê wiha got: "Ligel hemû zext û zordariyan kurdî li hemû qadan û êdî li qada cemaweriyê jî tê bikaranîn. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkayêên asîmîlasyonê bê encam man. Divê tirk jî hînî kurdî bibin."
Li kolanan ders
Endamên Platforma Ciwanan a ji bo Biratiya Gelan bi heman armancê li Zanîngeha Yildiz Teknîkê xwestin dersên kurdî bidin lê rastî barîkata polîsan hatin. Xwendekarên ji ber barîkata polîsan neketin zanîngehê li ber barîkata polîsan dersa kurdî dan.
Xwendekarên li ber kampusê hatin cem hev û dovîzên "Q, W û X" hilgirtin. Piştî dersa kurdî xwendekaran pankarta "Ziman jiyan e perwerdehiya zimanê zikmakî maf e" vekirin û diruşma "Bê ziman jiyan nabe" bezr kirin. Li ser navê xwendekaran Xwendekara bi navê Turkan Yildiz, daxuyanî xwend.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Di Roja Ziman de kurd li her derê li qadan bûn
- Çalakiyên TZPKurdî yên Roja Ziman