Diyarname
Di Konferansa Wêje, Çand û Hunerê de piştî axaftinên pêşîn danişîna li ser mijaran dest pê kir. Prof. Abbas Welî di axaftina xwe de wisa got: Siyaset naverokê dide çandê dikare wî azad jî bike û dikare wî hilde bin bandora xwe û azadiya wî têk bibe. Divê siyaseta kurd jî li hemberê çandê demokrat be. Ger ku wisa nabe dê serxwebûna çandê têk bibê ev jî dibe sedema têkçûyîna çandê."
Di Konferansa Wêje, Çand û Hunerê de piştî axaftinên pêşîn danişînek li ser têkiliya huner û çanda kurdî ya bi beşên cuda re hate li darxistin.
Danişîn ji aliyê nivîskar Kakşar Oramar ve hate bi rêvebirin û hindekar Ahmet Yildirim, Prof. Dr. Abbas Walli, lêkolîner Hêvî Berwarî, nivîskar Erol Balci wekî axifger beşdarî konferansê bûn.
Ahmet Yildirim axaftina xwe ya zanîstî ya mijara, "têkiliya erdnîgarî û çandê" li ser nexşeyan seranser bi kurdî kir. Ev ragihandina zanistî ya kurdî ji aliyê beşdarvanan ve bi coşek mezin hate şopandin.
Yildirim di axaftina xwe de li ser dîroka Mezopotamyayê rawestiya û sedema derketina mirovahiyê ya li mezopotamyayê vegot û wiha domand: "Piştî lêkolînên arkeolojik yên li Mezopotamyayê derket holê ku neolotik 6-4 hezar sal berî mirovahiyê na, 12-10 hezar sal berî mirovahiyê û li Mezopotamyayê destpêkiriye. Rêhevaliya Dîcle û Firatê ji bo vê yekê bingehek gelek baş amede dike."
Yildirim di axaftina xwe de rexne li siyasetmedarên kurd jî kir da ku ew eleqeya xwe bi hawirdorek ekolojik nakin ji bo vê yekê ji rêzê tevdigerin.
Erol Balci jî ji ber ku organizasyonek bi vê rengî dereng hatiye li darxistin li ser navê xwe lêborîn xwest. Balcî got ku li hemberî îdîayên ku zimanê aryanîk an jî kurdî ji Ewropayê nehatiye, zimanê Ewropayî û yên din jî ji Kurdistanê û Mezopotamyayê belayê cihanê bûne. Balcî ji ber ku kurdan çiya wekî wargahek hewandina jî helwestek azadî xwest û ya watedar bi nav kir.
Hêvî Berwarî jî di axaftina xwe de zêdetir li ser rola jinan an di afirandina jiyan û hunerê de anî ziman. Berwarî di destpêka axaftina xwe de konferans bi gotinên wekî, "Li vir tifaq û yekîtiya gelê kurd hatiye li darxistin pîroz be" anî ziman û behsa dîroka jinan ya afirandina jiyanê û zimanê kir.
Di konferansê de axaftina herî balkêş ji aliyê hindekar Prof. Dr. Abbas Welî ve hate kirin.
Welîyê ku bi eslê xwe ji Mehabadê ye û li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê hîndekar e axaftina xwe bi zaravayê hewremanî kir.
Welî di axaftina xwe de li ser têkiliya Çand û Siyasetê rawestiya da zanîn ku çanda nivîskî destpêka medeniyetê ye û çanda devkî jî bi saya serê çanda nivîskî jiya ye.
Abbas Welî çand ji aliyê felsefîk ve ji bo civakekî "sedema hebûn û nebûnê" bi lêv kir û wiha axivî: "Di dîrokê de dîroka hevpar tune ye. Wekî formên parçeyî ne û zêdetir bi bandora ji der ve tên jiyandin. Lewma dîroka çandî ya hevpar jî tune ye. Têkiliya çandê raste rast bi siyaset û serdestiyê ve heye. Ger em dîroka çandî binivîsin em nikarin wî ji dîroka siyasetê cuda bikin. Siyaset dîrok dibir an jî dide domandin. Dîroka nivîskî ya çandê berî dîroka siyasetê û desthilatdariyê tune ye. Ger ku em li ser mînaka Tirkiyeyê rawestin ji sala 1924'an vir ve em dibînin ku bandora siyasetê ya li ser dîroka çanda kurd heye. Çanda kurd bê rewşa kurdên Tirkiyeyê serpêhatiyên wan ê ji 1924'an vir nayê tehlîl kirin. Çand bi serê xwe tiştek nîn e. Entellektuelên ku hunerê di afirînin ger ku helwestekî wan ê siyasî tune be nikarin binivîsin an jî hunerê biafirînîn. Divê sekna wan rexnedariyê hebe. Dema ku berxwedana siyasî biqede çand jî diqede. Siyaset naverokê dide çandê dikare wî azad jî bike û dikare wî hilde bin bandora xwe û azadiya wî têk bibe. Divê siyaseta kurd jî li hemberê çandê demokrat be. Ger ku wisa nabe dê serxwebûna çandê têk bibê ev jî dibe sedema têkçûyîna çandê."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Di konferansa çand û hunerê de yekîtiya kurdan
- Li Amedê Konferansa 'Wêjeya Kurdî' tê lidarxistin