Diyarname
DTP'ê ji bo hilbijartina adara 2009'an berendamê xwe yê Stenbolê eşkere kir: Akin Bîrdal.
Di çarçoveya xebatên Partiya Sîwanê de berendamên şaredariyan ên li metropolan têne diyarkirin. Di encama nîqaşan de berendamê DTP'ê yê ji bo şaredariya bajarê mezin a Stenbolê Akin Bîrdal hat nîşandayîn.
Bîrdal niha mebûsê DTP'ê ye û ji bo berendamtî mecbûriyeta îstîfakirinê jî nîn e. Lê mebûseke dema bê hilbijartin wê demê mecbûr e îstîfa bike.
Li Stenbolê berendamê DTP'ê Bîrdal, yê AKP'ê Kadir Toptaş, yê CHAP'ê Kemal Kiliçdaroglu û yê SP'ê jî Mehmet Bekaroglu ye.
Berendama Enqereyê Oncel e
Her wiha DTP'a Enqereyê jî berendamê xwe yê Enqereyê diyar kir. Berendama Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Kamile Oncel e. Oncel ev 8 sal in parêzerî dike.


