Diyarname
Vê mehê li Pakistanê hilbijartin li dar ketibûn, nîqaş çêbûbûn, di encamê de Meryem Nawaz bû Serokwezîra Eyaleta Pencap a Pakistanê. Bi vê yekê yekem car e jinek dibe Serokwezîra eyaletek Pakistanê.
Hilbijartin 8'ê reşemî li dar ketibû, 11'ê mehê encam hatibû eşkere kirin.
Îro li Meclisa Eyaleta Pencapê ji bo Serokwezîrî dengdan hebû. Li ser navê Lîga Misilmanên Paristanê-Nawazê Meryem Navaz ji 371 kursiyên meclisê 220 deng girt û bû serokwezîra eyaletê. Nawaz, keça Serokê Giştî yê Lîga Mislimanênan Pakistanê-Nawaz Şerif e.
Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê Rana Aftabin wekî berendam nîşan dabû; partiyê rewşa niha protesto kir.