Diyarname
Dadgehê dixwest polîs bi zorê mebûsên DTP'ê bîne dadgehê û îfadeya wan bigire. Di danişîna îro ya dadgehê ku DTP'yî neçûn dadgehê, danişîna dadgehê ji bo 23'yê rezbera 2009'an hate taloqkirin. Dadgehê biryar da ku li benda bersiva meclisê bisekinin.
Danişîn li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê li dar ket. Dadgehê biryar da ku ji serokatiya meclisê hê tu bersiv negihîştiye ber destê wah loma danişîn taloqkirin.
Dadgeh dixwaze îfadeyên 6 mebûsên DTP'ê Ahmet Turk, Selahattin Demirtaş, Emine Ayna, Fatma Kurtalan, Aysel Tugluk û Sabahat Tuncel bigire.
DTP'yiyan jî ragihandibû ku dê bi tu awayî neçin dadgehê û îfade nedin. Ger bi zora polîsan wan bibin dadgehê jî dîsa dê îfade nedin.