Diyarname
Piştî hilbijartina herêmî ya 29'ê adarê li hin deran hilbijartin hatibû betalkirin. Cihên ku hilbijartin betal bûbû îro ji nû ve li van deran hilbijartin pêk hat.
Yek ji van deran jî bajaroka Girêmîra a girêdayî Nisêbîna Mêrdinê ye. Li Girêmîra di 29'ê adarê de DTP bi ser ketibû û îro dîsa bi ser ket. Di hilbijartina îro de berendamê DTP'ê Omer Altun 581 deng girt û careke din hat hilbijartin.
Berendamê AKP'ê Yusuf Turgay jî 458 deng girt.
Piştî careke din bi serketina DTP'ê, endamên DTP'ê li bajarokê dest bi pîrozbahiyan kirin.
Not: Wêneyên Şaredar Omer Altun ji malpera giremira.com hatiye girtin