Li vê derê fîlm divê bi katalanî bin!
Diyarname
Hikumeta Katalanyayê pêþnûmaya nû ya sînemayê pêþkêþî parlemenê kir û têde dibêje ku fîlmên li Katalanyayê bêne nîþandayîn divê bi awayekî mecbûrî bi katalanî bin.
Li gor pûþnûmayê fîlmekî ku ji 15 kopyayan zêdetir li Katalanyayê bêne nîþandayîn divê ji nîvî zêdetir bi dublaja katalanî bin yan jî bi jêrnivîsa katalanî bin.
Pêþnûma ger bê erêkirin di 4 salan de bikeve jiyanê û kesê li gor zagonê tevnegerin dê bi 4 hezar û 75 Euroyî bê cezakirin.
Li Katalanyayê li dibistanan zimanê katalanî bi awayekî mecbûrî tê xwendin. Her wiha di hemû saziyên fermî de zimanê katalanî tê bikaranîn.