Çewlik
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çewlikê Halîs Yurtsever encamên referandûmê nirxand û diyar kir ku li gelek gundan deng bi tomarî hatine bikaranîn û li van deran hejmara dengan ji hejmara hilbijêran zêdetir e.
Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê tekildarî referandûma 12'ê rezberê li avahiya rexîstinê civînek çapemeniyê li dar xist.
Serokê Rêxistinê Halîs Yurtsever, anî ziman ku li Gundê Şîrnamê deng bi tomarî hatine bikaranîn û dema wan îtîraz kiriye, rastî lînckirinê hatine.
Yurtsever, got ku li Çewlikê di dema referandûmê de gefên wekî, "Dê cezayê pere bidin we. Dê kartên we yên kesk betal bikin" kirine û ji ber vê jî li Çewlikê ev encame derketiye holê.
Serokê Rêxistina Navçeya Navendî ya Çewlikê yê BDP'ê Mehmet Bulut jî destnîşan kir ku li gelek cihan dengên bi tomarî hatine bikaranîne û ev agahî dan:
Gundê Altintepe hejmara hilbijêran 224, dengên hatine bikaranîn 225
Gundê Altinişik hejmara hilbijêran 27, dengên hatine bikarîn 31
Gundê Çîçekyayla hejmara hilbijêran 81, dengên hatine bikanîn 84
Gundê Dîreklî hejmara hilbijêran 124, dengên hatine bikaranîn 126
***
Ji bo nûçeyên li ser referandûmê: