Diyarname
Ji bo belgefîlmekî li ser balafirekî ketî bikişînin bi rastî balafirekî li erdê xistin.
Belgefîlmekî ji bo Discovery Channel û Channel 4 ê îngilîz tê kişandin. Di belgefîlm de meseleya dema qezayeke cidî çêbe lê rêwî rizgar bibin, mirov çawa dikarin jê rizgar bibin digire dest. Ji bo vê yekê balafirek bi cureya Boeing 727 ku têde cihê 170 rêwî heye amade kirin; bi sedan mankenên ji bo testê û bi sedan kamera xistin hundirê balafirê. Bi vî awayî dê balafir li erdê bixista. Pîlotê balafirê berî balafir li erdê bikeve xwe jê avêt û balafir li çola Meksîkayê li erdê ket.
Wêneyê li erdê ketina balafir kişandin, doz û dûmana pêre û tabloyeke ecêb derket holê.
Di sala 1984'an de NASA'yê (Daîreya Hewayî û Fezayê ya Amerîkayê) ji bo lêkolînê balafirek Boeing 720 li çola Kalîfornayê li erdê xistibû.
Dikin ku di ceribandinên wisa de pergala otomatîk a pîlot û pergala daketinê test bikin, bi bernameyên pêşketîtir firîna mirovan bi ewletir bikin.
Di vê ceribandina niha hate kirin de pîlot, pispor, ekîba fîlmkişandinê, leşker, îtfaîye, rêveberên herêmî jî têde 300 mirov amade bûn.