Hejmara nû ya Nûbiharê derket
Diyarname
Hejmara 106'an a kovara çandî, hunerî û edebî ya Nûbiharê ya payîzê derket.
Kovara Nûbiharê bi kurdî sê mehan carekê derdikeve. Lê hin caran kovar bi derengî digihîje ber destê xwendevanên xwe. Nûbihar vê carê jî hinekî bi derengî be jî derket. Di hejmara nû, ya payîzê ya Nûbiharê de edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di bin sernavê "Îktîdara miletekî îktîdara çanda wî ye jî" de li ser girîngîya çandê sekinîye û bal kiþandîye ser têkiliya çand û desthilatdarîyê.
Di beþa lêkolînan de Ayhan Geverî lêkolînek li ser pêwendîya Þêx Riza Telebanî û Siltan 'Ebdulhemîd kirîye û di vê nivîsê de bal kiþandiye ser diyalogên balkêþ. Abdulkadîr Gök li ser Melayê Cizîrî û felsefeya tesewufê rawestiya ye.
Zilkif Xweþhêvî bi nivîskar û lêkolîner Malmîsanij hevpeyvîneke kiriye.
Her wiha ceribandin, çîrok, helbest, vekolîn û nirxandinên van kesan di vê hejmarê de cih girtine: Edîp Teverzî, Ebdulhadî Botî, Mihemed Jîyan, Mamoste Ehmed, Serhad B.Rênas, Rojbîn Ozkan, Mewlana Celaleddîn Romî, Bamed Serdar, Zilkîf Xweþhêvî, Bedîuzzeman Seîdê Norsî, Rojan Barnas, Þivan Ar, Ahmed Akin, Heinrich Heine, Seyyid Ahmed Kaya, Raif Biçare, Xweþmêr, Abdulkadir Onkol, Sidîq Gorîcan, Murad Celalî, Serhat Sever, Kamran Simo Hedilî, Dilazad A.R.T., Murad Dildar, Husên Þemrexî, Mahmud Birden, Mihemed Nazif, J.K. û Mehmet Sait Çakar, Melayê Bateyî, Seyîd Ubeydullahê Nehrî, Berken Bereh, Sever Iþýk, Hatice Mollakendi, Nûra Heqperest.