Diyarname
EMEP'ê biryar da ku li Dêrsimê di hilbijartinê de piştgiriya berendama DTP'ê bike.
Serokê Giştî yê EMEP'ê li ser hilbijartinê herêmî li Stenbolê daxuyaniyeke da û da zanîn ku li Dêrsimê ji bo ku deng belav nebin ew dê berendamek nîşan nedin û piştgiriyê bidin berendama DTP'ê.
Tuzel da zanîn ku li Stenbolê dê piştgirî nedin berendam Akin Bîrdal ku berendamê "Platforma Em jî Hene" ye, lê dê piştgirî bidin berendamê DTP'ê yê Esenyurtê Tuncer Bakirhan û bedendamê DTP'ê yê Sancaktepeyê Ridvan Turan.
Her wiha Tuzel da zanîn ku li Tuzla, Beylikduzu û Bagcilara Stenbolê jî ew dê berendaman nîşan bidin.