Diyarname
Romana Vehêl Mihsin a bi navê “Orgazmên Ejdehayekî” bi kurmancî ji Pall Weşanê derket.
Weşanxaneyê roman wisa daye nasîn, “Rêveberiyeke ku projeyên deryayî bo welatekî bêderya bi rê ve dibe. Rêveberekî ku vediguhere dîktatorekî. Xebatkarên ji bilî serhildanê çi rêyek li ber wan namîne. Dîstopyayeke ku mîta Kaweyê Hesinger berovajî dike û ji nû ve şirove dike digel amajeyên bo gelek aliyên cuda yên civak û dîroka me.”
Nivîskar Vehêl Mihsin ji Duhokê ye. Ew di sala 1989’an de li bajarê Duhokê hatiye dine. Di saala 2013’yan li bajarê Duhokê xwendina xwe ya zanîngehê temam kiriye. Ji sala 2007’an ve nivîsên wî di kovar, rojname, malper û belovokên wêjeyî da belav bûne. Ji bilî Orgazmên Ejdehayekî, sê kitêbên wî yên din çap bûne: Derazînk di Ferhenga Pêngavan de (2010, helbest); Dê Rûbarekî Bikeme Kilîl, ji bo Vî Dergehê Bêwelat (2012, helbest); Dilopek Jehr (2014, kurteçîrok).
- ‘Orgazmên Ejdehayekî’ / Vehêl Mihsin / Pall Weşan / Roman /168 rûpel


