Diyarname
2'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya DTP'ê bi dawî bû. Di kongreya ku rêveberiya nû hate hilbijartin de Ahmet Turk 574 reyên ku derbasdar in hemû girt û ji nû ve bû Serokê Giştî yê DTP'ê. Di rêveberiya nû de 20 parlamenterên DTP'yî jî hatin peywirdarkirin.
Ji kongreyê çend not:
- Ji 916 delegeyan 587 deleyî dengên/reyên xwe bi kar anîn û ji van 574 wekî reyên derbasdar hatin pejirandin, yên din betal hatin hesibandin.
-Di hilbijartinên ku 80 asîl, 40 yêdek endamên Meclîsa Partiyê (MP) hatin hilbijartin de, hilbijartin bi lîsteya blok pêk hat.
- 20 parlamenterên DTP'yî jî di MPyê de peywir girtin ser milên xwe, her wisa Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEHAP'ê yên kevn Alaaddin Erdogan, Alî Riza Yurtsever, Şaredarê Sûrê yê ku ji ber biryara pirzimaniyê ji peywirê hatibû dûrxistin Abdullah Demirbaş, Mebûsê DEP'ê yê kevn Selîm Sadak, Şaredarê Sêrtê yê kevn Selim Ozalp, Serokê Bajarê Rêxistina Bajarê Amedê yê kevn Başkani Hilmi Aydogdu jî di lîsteya 80 kesî a Endamtiya Meclîsa Partiyê de cih girtin. Lîsteya ku ji 80 kesî pêk tê wiha ye:
Emîne Ayna, Abdullah Demîrbaş, Abdulvahap Bakiş, Ahmet Cengîz, Alaaddîn Erdogan, Alî Erdencî, Alî Riza Yurtsever, Asîye Kolçak, Ayla Akad Ata, Aysel Tugluk, Ayşe Gökhan, Bayram Altun, Bedrî Firat, Bengî Yildiz, Besîme Konca, Bîrcan Demîr, Cafer Yildiz, Cemal Coşgun, Cemal Veske, Cesîm Soylu, Cezmî Altuntaş, Çîmen îşik, Edîbe Şahîn, Emîralî Çelebî, Fatma Kurtulan, Fatma Ülken Tekîk, Ferhat Tarhan, Fethî Gümüş, Gülay Calap, Gülten Kişanak, Hamîde Bulak, Hamît Geylanî, Hasan Dogan, Hasîp Kaplan, Hatîce Çoban, Hîlmî Aydogdu, Hüseyîn Cengîz, Hüseyîn Altun, İbrahîm Bînîcî, İzzet Belge, Kamuran Yüksek, M. Nezîr Karabaş, M. Selîm Ozalp, M. Veysî Dîlekçî, Mazlum Tekdag, Medenî Kirici, Mehmet Cengîz, Metîn Tekçe, Mustafa Sarikaya, Mustafa Rollas, Mustafa Avci, Nurî Yaman, Nursel Aydogan, Orhan Artuş, Osman Özçelîk, Özdal Üçer, Pakîze Ukçul, Pelgüzar Kaygisiz, Pervîn Buldan, Pervîn Oduncu, Sadun Dogan, Salîh Akdogan, Sebahat Tuncel, Selahattîn Demîrtaş, Sirri Sakik, Selîm Kurbanoglu, Selîm Sadak, Selma îrmak, Selma Söker, Sevahîr Bayindir, Siracettîn îrmak, Şamîl Altan, Şerafettîn Halîs, Şîran Emîroglu, Şükran Sîncar, Vakkas Dalkiliç, Yaşar Saçli, Yildiz Aktaş, Zarîfe Kiran, Zeynel Abîdîn Çelîktaş,
- Piştî hilbijartinan Ahmet Turk ku ji bo Serokatiya DTP'ê hate hilbijartin, ji bo delegeyan spasiyên xwe pêşkêş kir û got: "Em partiyeke mîsyonê ya dozekê ne. Em ê ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê bi gelê tirk re meşa xwe bidomînin. Eger berjevendiyên gelê me şahîntiyê li ser me ferz bike em hemû şahîn in, eger kevoktiyê ferz bike em tev kevok in."
***
NÛÇEYÊN DIN ÊN KONGREYÊ:
2'yemîn Kongreya DTP'ê ya Asayî bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan bi coşek mezin li Salona Girtî ya Ataturk dest pê kir. Şareder û Parlamenterên DTP'yî bi hev re daketin salonê, li salonê bi çepikan û bi sloganên "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Nûnera Partiya Keskan a Tirkiyeyê Bîlge Contepe, Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel, Seroka Giştî ya SDP'ê Fîlîz Koçalî, xwîşk û birayên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan, Berdevkê 78'iyan Celalettîn Can, Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren, Nûnerên Meclîsa Aştiyê, Rêveber û endamên KESK û sendîkayên girêdayî KESK'ê, Serokê Giştî yê Sîne-Sen'ê Yusuf Çetîn, Serokê Giştî yê berê yê DEHAP'ê Tuncer Bakirhan, Parlementera YE'yê Feleknas Uca, Endamê Partiya Sosyalist a Danîmarkayê Serdal Bellî, Endamê Partiya Kedkaran a Îngîltereyê Rîchard Howîtt, Endama Parlamentoya Almanyayê Urla Yeltke, Endamê Partiya Sosyalîst ya Almanyayê Jurgen Klute, Endamê PASOK'ê Konstantinos Foutzopolous, Musteşarê Balyozgeriya Îngîltereyê Philippa Sounders, Endame Parlamentoya Danîmarka û YE'yê Soren Sondergaard û gelek kesên navdar beşdarî kongreyê bûn.
'Ev kongre dê ji angaştên 'DTP parçe dibe' re bibe bersiv'
Endama MYK'ê ya DTP'ê Selma Irmak axaftina vekirina kongreyê kir û kesên beşdarî kongreyê bûne bi kurdî silav kir. Irmak wiha axivi: "Hêviyên me mezin in û dilê me bi qasî rojê germ e." Pişt re jî ji bo serokatiya Dîwanê Selahattîn Demîrtaş hate hilbijartin. Demîrtaş, di axaftina xwe de da zanîn ku gelê kurd gelek polîtîk e û wiha domant: "Li cîhanê gelek ku ew qas polîtik bûye û azadiyê wekî jiyanê dijî, tuneye. Sedemên vê yekê hene. Gelê kurd ku ew qas pêwîstiya wê bi azadiyê heye, ji ber vê yekê polîtîk bûye û di hucreyên herî biçûk ên kurdan de jî daxwaza azadiyê cih girtiye. Tu hêzek nikare vê yekê bide sekinandin. Ev kongre dê li hemberî angaştên 'DTP parçe dibe', bibe bersivek mezin. Êdî rojeva DTP'ê nayê kifşkirin. DTP êdî rojevê kifş dike."
Emîne Ayna: 'Kurkirina porê Ocalan nîşan dide ku hikûmet di neçareseriya pirsgirêka kurd de israr dike'Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna ku di Kongreyê de axivî, li ser pêvajoya nû rawestiya û xwest ku AKP di polîtîkayên xwe de jidil bibe û tunekirin û tunehesibandina li ser kurdan, rawestîne. Ayna da zanîn ku Ergenekona Tirkiyeyê li dijî kurdan hatiye avakirin û wiha pê de çû: ”Piştî derbeya 1980’an, neteweperestên Tirkiyeyê li hemberî kurdan gladyoya Ergenekonê ava kir. Bi hezaran gund hatin valakirin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Kesên weke Apê Musa, Vedat Aydin jî di nav vana de hene. Niha dibêjin endamên vê çeteyê têne darizandin. Lê ka çima kesên ku vê yekê ava kirine nayên darizandin?" Ayna, got ku niha kurdan provoke dikin û wiha dom kir: "Porê Birêz Abdullah Ocalan kur dikin. Ev yek di neçareseriyêde îsrar e. Bi kurdan re nelîzin û cidî bigirin. Tiştên ku hûn dikin, tenê ji bo Tirkiyeyê windahiyek mezin e."
Di 2’yemîn Kongreya DTP’ê ya Asayî de axaftina yekemîn ji aliyê Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna ve hate kirin. Ayna di axaftina xwe ya kongreyê de balê kişand ser pêvajoya dawî ku Tirkiye tê de ye û wiha dom kir: "Tirkiye di dîroka xwe de ev cara yekemîn e bi argumanên rast lê li ser bingehek şaş nîqaşên ji nû ve sazkirinê dike. Ger dixwazin Tirkiye bibe komerek demokratîk, divê di serî de bi Serfermandariya Tirkiyeyê û kevneşopiya wî ya darbekar dest pê bike. AKP vê operasyonê tenê wekî pêşîgirtina darbeyek li hemberî xwe dibîne.” Ayna da zanîn ku Ergenekona Tirkiyeyê li dijî kurdan hatiye avakirin û wiha pê de çû: ”Piştî derbeya 1980’an, neteweperestên Tirkiyeyê li hemberî kurdan gladyoya Ergenekonê ava kir. Bi hezaran gund hatin valakirin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Kesên weke Apê Musa, Vedat Aydin jî di nav vana de hene. Niha dibêjin endamên vê çeteyê têne darizandin. Lê ka çima kesên ku vê yekê ava kirine nayên darizandin? Kesên ku derbeyan pêk anîne çima nayên darizandin? Niha dibêjin em çeteya Ergenekonê têk dibin. Lê li hemberî lînca kurdan bêdeng dimînin. Çend roj berê planên çayakiyên AKP û Serfermandariya Giştî derket holê."
‘AKP Ergenekonê li dijî kurdan diparêze’
Ayna anî ziman ku li Tirkiyeyê wekî gotina Serokwezîr operasyona destên paqij nayên meşandin û wiha pê de çû: "Vîna AKP’ê ya çareserkirina pirsgirêka kurd, tune. Ergenekon ji neçareserya pirsgirêka kurd hêz digire. Hikûmeta AKP’ê ji bêhiqûqiya Ergenekonê ya li hemberî kurdan acis nabe. Tenê li hemberî biryara girtinê ya li hemberî partiya xwe nerazîbûn nîşan dide. Ergenekonê wekî astengiyek li hemberî serdestiya xwe astengiyeke dibîne. Wisa tê xuya ku ji bo tunekirina kurdan wê Ergenekonên nû bên sazkirin. Ayna da zanîn ku pirsgirêka kurd pirsgirêka nasnameyê ye û wiha dom kir: "Komara Tirkiyeyê di warê nasnameyê de deyndarê kurdan e. Êdî dema dayina vî deynê wê hatiye."
‘Kurd aştiyek bi rûmet dixwazin’
Ayna diyar kir ku heta niha kurd 28 caran ji bo mafên xwe neçar mane ku çekan bikar bînin û wiha dom kir: "Belê rast e, çek tiştekî baş nîne. Mirin e. Li cihê ku mirin hebe, wateya gotinê namîne. Heta ku pêşi li ber siyaseta demokratîk neyê vekirin, cezayên ku ji ber peyva ‘birêz’ neyên bidawîkirin. Bi qedexe an jî zordestiyê ka çawa ev pirsgirêk bi rêbazên demokratêk çareser bibe? AKP, CHP û MHP jî dibêjin bila çek rawestin. Wê demê pirsgirêk çi ye? Kurd ne tenê aştî, aştiyek bi rûmet dixwaze. Lê hêzên din ne aştî, bêrûmetiya kurdan dixwaze. Aştî divê birûmet be. Ji bo vê yekê jî divê di serî de demokrasî bê pejirandin.” Ayna polîtikayê AKP’ê bi zimanekî tund rexne kir û wiha got: "Tezkereya şer di dema AKP’ê de hate girtin. Tîpên wekî ‘x,w,q’ hatin qedexekirin. Mirin zêde bûn. Li cihanê lêçûnên ji bo leşkerî ji sedî 1-3 e. Lê li Tirkiyeyê ev rêje ji sedî 4-5 e. Ev pirsgirêk ne ji ber kurdan e, kurd vê pirsgirêkê dijîn. Niha kurdan provoke dikin. Porê Birêz Abdullah Ocalan kur dikin. Ev yek di neçareseriyêde îsrar e. Bi kurdan re nelîzin û cidî bigirin. Tiştên ku hûn dikin, tenê ji bo Tirkiyiyê windahiyekî mezin e."
‘Tirsonek nikarin aştiyê ava bikin’
Ayna di axaftina xwe de li ser makezagonek nû jî sekinî û wiha dom kir : "Divê di makezagonek nû de çand, ziman û olên cuda bên parastin. Zagonekî demokratîk bê avakirin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê avakirin.” Ayna daxuyand ku dema ku pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin, PKK nayê dîtin wiha dom kir: "Ev nêzikahî rast nîne û em napejirînin. Ji wan re dibêjin an teslîm bibin an jî bimirin. Ev yek bêdengiya guleyan pêk nayne. Ev yek tiştên hêsan nîne. Lê divê îradeyekî xurt û wêrekiyek mezin hebe. Tirsonek nikarin çareser bikin. Efûyeke civakî bê avakirin.” Ayna, da zanîn ku li Tirkiyeyê yekîtiya azad û wekhev encax bi Projeya Serbixwe ya Demokratîk a Tirkiyeyê ava dibe.
‘Bila konfederalîzma kurdan bê avakirin’
Ayna anî ziman ku ger rewşenbîr, sazî û rêxistinên kurd di bin pergala konfederalîzma demokratîk de bibe, wê demê li hemberî pirsgirêkan jî dikare bibe îradeya çareseriyê û wiha dom kir: "Em ji vê dera bang li cerdevanan dikin. Bila sibê zarokên we bibin xwedî dîrokeke birûmet. Bila wekî zarokê îxanetkaran neyên binavkirin. Divê kurd vê yekê polîtîkayê pûç bike." Ayna li ser xebatên Partiya Bane jî sekinî û wiha pê de çû: “Ev xebat Komara Tirkiyeyê bike komarekî demokratîk. Em vê xebatê girîng dibînin. Kesên ku mexdurê ve makezagonê û pergalê, divê bikeve bin banê vê partiyê."
‘DTP wê xebatên xwe bidomîne’
Ayna bibîr xist ku di demên pêş de li hilbijartin heye û wiha dom kir: “Niha çapemenî dibêje li herêmê DTP qediyaye. Lê me dengê xwe zêde kirine. Em ê van polîtikayên wan pûç bikin." Ayna li ser nîqaşên ‘parçebûyîna DTP’ê jî sekinî û wiha dom kir: "Em tevgera gel in. Ji bo me rêveberê nû û yê kevn nîne. Wê rêveberê me biguherin. Lê ev nayê wê wateyê ku hevalên me yên din di şûna xwe de rûnên. Em di çaroveya felsefeya DTP’ê de tevdigerin. Em baweriya xwe bi rastiyan tînin. Tu kes nikare pêşiya vê tekoşîna me bigire.”
Axaftina Ayna, gelek car bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Birêz Ocalan", "PKK gel e gel li vir e" hate birîn.
Ahmet Turk: Hûn nikarin kurdan bêdeng bikinParlementerê DTP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li hemberî DTP'ê û kurdan û wiha got: "Ez ji vir biryarekî mezin dixwazim bînim ziman. Hûn dikarin partiya kurdan bigrin, heta me hemûyan jî bigrin û bavêjin girtîgehan. Lê rastiyek mezin heye ku hûn nikarin kurdan tu car bêdeng bikin." Turk, da zanîn ku heya niha li hemberî pêkutiyan kurd nekarî bêne bêdengkirin û wiha domand: "We di sala 1994'an de parlamenterê kurd ji Meclîsê avêtin, DEP'e girt. Gelek endam û rêveberên wê hatin kuştin, avahiyên partiyê hatin bombekirin. Gelo we karibû bi van yekan kurdan bêdeng bikin? Gelo we karîbû daxwazên kurdan ên siyasî, çandî, nasnameyî û pêşerojeke birûmet ji holê rakin? "
Berendamê Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di destpêka axaftina xwe de Orhan Dogan, Cîhan Denîz û Husnu Ablay bibîr anî û got ku keda wan a têkoşînê barekî giran dide ser milê wan. Turk ragihand ku DTP li hemberî pergala siyaseta heyî wekî alternatîfek derketiye holê, lewma zorê dide sînorê statukoyê, qada siyasetê berfireh dike û bi rêbazê xwe azadxwaz, wekhev demokratîk xwe di nav gel de birêxistin kiriye û bi vê yekê jî li Tirkiyeyê tiştekî yekemîn pêk aniye. Turk li ser xebatên jin û ciwanan ên di nav DTP'ê de jî rawestiya û da zanîn ku herdû beşên civakê jî di nav partiya wan de bi aweyekî xweser xwe birêxistin dike û wiha got: "Îro meclîsa me ya jinên azad, li hemberê pergala mêrane têkoşînekî mezin dimeşîne."
'Me rola xwe bê kêmasî bicih neanî'
Turk da zanîn ku DTP'ê wekî rêbazeke demokratîk çareseriya pirgsirêka di riya siyasetê de dibîne û wiha got: "Ji ber ku DTP, demokrasî tenê di nav rêbazekî nîne, stunê yekane ku felsefeya azadîxwaz li ser bilind dibe ye." Çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî jî di axaftina Turk de cih girt û Turk da zanîn ku wan çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî wekî mîsyon û rolekî mezin ji xwe re diyar kirine. Turk di kongreyê de xwe rexnedariya xwe da got ku ligel berpirsiyariya wan a mezin, kêmasiyên wan ê mezin jî hene û wiha pê de çû: "Me rola xwe bê kêmasî bicih neanî. Ev yek ji gelê me re xwe rexnedariya me ye. Me projeya berfirehbûnê a ku di serî de hatibû diyarkirin, baş bicih neanî. Me bi têra xwe mekanîzmayên demokratîk ên siyasetê neafirandin. Di dema biryar stendinan de bi têra xwe me beşdarbûna demokratik pêk neanî û beşdarbûna gelê xwe pêkneanî."
'Rotaya me 'muxalefeta demokratîk' e'
Turk destnîşan kir ku ligel hemû kêmasiyên wan û astengiyên dewletê, di 22'yê tîrmehê de komek ava kirine û di Meclîsê de cih girtiye û wiha got: "Daketina me ya Meclîsê piştî ku DEP'î di sala 1994'an de ji Meclîsê hatin avêtin, di navbera 13-14 salên derbasbûyî de ji bo temsîlkirina kurdan ya di meclîsê de jî pêvajoyeke dîrokî bû." Turk destnîşan kir ku li Meclîsê ji bo ku bikaribin nûneriya hemû beşên civakê bikin, helw didin û got ku rotaya wan jî 'muxalefeta demokratîk' e.
'Li dijî DTP'ê li Meclîsê desthilatî û muxalefetê blokek ava kir'
Turk derbirî ku piştî ew ketine Meclîsê, nebûne alî û parçeyekî senaryoyên 'alozî û gengeşiyê' û da zanîn ku hebûna DTP'ê ya li Meclîsê, fersendek mezin e. Turk xwest ku ev firsend bê bikaranîn, Meclîs jî ji bo rewabûna xwe zêde bike, pirsgirêka kurd çareser bike. Turk bibîr xist ku di dema nirxadina bernameya hikûmetê de nêrîna 'bê nîqaşkirina yekîtiya Tirkiyeyê em li çareseriye digerin' anîne ziman û got ku li gel fedakariya wan a çareseriya pirsgirêka kurd bi operasyonên li erdnîgariya kurd DTP'î ji aliyê dadgerî, çapemenî û rêyedarên dewletê ve wekî hedef hatine nîşandan. Turk diyar kir ku di nav heman demê de li hemberî DTP'ê li Meclîsê ji aliyê desthilatî û muxalefetê ve blokek hatiye avakirin û wiha domand: "Di nav demeke wiha de bingeha operasyona derveyê sînor hate amedekirin, tezkere anîn Meclîsê. Tezkere ji aliyê AKP, CHP û MHP'ê ve hate qebûlkirin em tenê li hemberê tezkereyê derketin. Ji ber ku em li dijî şer, pêvçûn û operasyonan derketin, partiya me bû hedef û der barê partiya me de doza girtinê hate vekirin. Piştre jî li hemberî Hevserokê partiya me Nurettîn Demirtaş qampanyaya lînçkirinê hate bilindkirin."
'Hûn nikarin kurdan bêdeng bikin'
Turk peyva wekî "Ez ji vir biryarekî mezin dixwazim bînim ziman. Hûn dikarin partiya kurdan bigrin, heta me hemûyan jî bigrin û bavêjin girtîgehan. Lê rastiyek mezin heye ku hûn nikarin kurdan tu car bêdeng bikin" bi kar anî û da zanîn ku heya niha li hemberî pêkutiyan kurd nekarî bêne bêdengkirin. Tirk, wiha domand: "We di sala 1994'an de parlamenterê kurd ji Meclîsê avêtin, DEP'e girt. Gelek endam û rêveberên wê hatin kuştin, avahiyên partiyê hatin bombekirin. Gelo we karibû bi van yekan kurdan bêdeng bikin? Gelo we karîbû daxwazên kurdan ên siyasî, çandî, nasnameyî û pêşerojeke birûmet ji holê rakin?"
'Ger ku hûn pêşiya siyasetê bigrin dê riyên alternatîf vebin'
Turk ku got ku divê ji bûyeran encam bên derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku hûn ji bo kurdan pêşiya kanalên siyasetê bigrin, dê gelê me ji xwe re rêyên alternatîf veke. Kurd ji bo rumeta xwe û pêşeroja xwe ya azad hemû bedêlan dane û ji îro pê de jî bibiryar in ku hemû bedêlan bidin. Ji ber ku gelê me rûmeta xwe ji jiyana xwe girîngtir dibîne." Turk bang kir ku di şûna girtina partiya wan de, bi kurdan re diyalog bêne danîn û wiha domand: "Deriyên diyalogê ku we li DTP'ê girtiye, vekin ku em bikaribin çekan ji rebazek maf xwestinê derxînin û qada siyaseta demokratîk û aştiyane biafirînin. Dê ev yek ji hemû tiştê zêdetir Tirkiyeyê mezin bike û pêşiya Tirkiyeyê veke."
'Dadger mudaxeleyî siyasetê dike'
Krîza siyasî jî di rojeva Turk de cih girt û Turk da zanîn ku Tirkiye bi krîza herî mezin a dîroka komarê re rû bi rû ye û ragihand ku di siyasetê de pêvçûn, di civakê de şikestin, di Meclîsê de qelsbûna vînê pêk hatiye. Turk doza girtinê ku derbarê AKP û DTP'ê de hatiye vekirin wekî 'mudaxeleya dadgeriyê ya li siyasetê' binav kir û wiha got: "Ger ku dengê DTP û AKP'ê li berçav bê girtin, bi van dozan tê xwestin ku ji nîvê îradeya dengdêran, li derveyê Meclîsê bê hiştin. Dadgerî siyasî bûye û serbixweyiya xwe winda kiriye" Turk li ser nîqaşên 'darbe, rêxistinên li dijî hiqûqê û çeteyan' jî rawestiya û da zanîn ku ev yek di encama krîza siyasî de derketine holê. Turk xwest ku sedemên krîzê baş bên tespîtkirin û wiha domand: "Krîz ji ber pirsgirêkên îdarî yên Tirkiyeyê pêk tê. Komara 85 sal ewil li ser red û înkarê hatiye avakirin li hemberê daxwazên demokrasî û azadiya civakê zêdetir nikare liberxwe bide û dixitime. Dema ku dixitime, krîz û pevçûn derdikevin holê."
'Gel dibêje 'êdî bes e'
Turk balkişand ser makezagona 1921'an û da zanîn ku vê demê li cîhê 'netewa Tirk', 'neteweya Tirk'yeyê' hatiye bikaranîn. Tirk wiha got: "Lê di Makezagona 1924'an de ev felsefeya pêvajoyek înkar, asîmilasyon û yekane destpê kir. Ev feraset bi darbe û binpêkirinên mafên mirovan heya îro hat. Lê ji îro pê de, ev wiha naçe. Gelê me li hemberî vê yekê dibêje êdî bes e." Turk di axaftina xwe de da zanîn ku hêzên ku li Tirkiyeyê serdest in, dixwazin siyasetê bikin bin banê dewletê û wiha dom kir: "Partî an jî kesên ku li dijî vê yekê disekinin an didin girtin an jî bi qedexeyên cur bi cûr dixwazin pasîfize bikin."
'Li Ergenekona rojhilatê jî bipirsin'
Turk li ser operasyona Ergenekonê jî sekinî û wiha pê de çû: "Ji bo ku Tirkiye bibe Komara Demokratîk, divê di serî de ji rêxistinên îllegal xilas bibe û wiha dom kir :"Wisa xuya dike ku Tirkiye wekî di demokrasiya hemdem de heye dikeve pêvajoya zelalbûyînê. Ev pêvajo dereng maye, lê dîsa jî hêviyek dide mirovan. Ger ev lêpirsîn kûr bibe, wê demê standardên demokrasiyê jî wê bilind bibe. Divê di vê rê de berpirsyarên kuştinên kujerên wan ne diyar, windakirinên li welatê kurdan, bên darizandin. Ev ek wê pêvajoyê xurttir bike. Ergenekona li rojavaya Firatê tê lêpirsîn. Lê divê ya li Ergenekona rojhilatê jî bê pirsîn. Ger ev yek nebe, wê demê ev lêpirsîn kêm dimîne. Bi çeteyan re têkoşîn û bi paşeroja xwe re rû bi rû bûyîn wê ji bo çareserkrina pirsgirêka kurd jî fersendekî mezin ava bike. "
'Divê dewleta Tirkiyeyê, kurdan bi ziman û çanda wan wek dewlemendiyek bihesibîne'
Turk da zanîn ku dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane bê çarserkirin, li dijî rêbazên leşkerî ne û çareseriyê li Enqereyê dibînin. Turk anî ziman ku kurd jiyanek hevpar dixwazin, lê dewlet vê îradeyê nîşan nade û wiha pê de çû: "Divê dewleta Tirkiyeyê, kurdan bi ziman û çanda wan wek dewlemendiyek bihesibîne. Ger vê yekê neke, wê demê rûmeta wê jî namîne. Her wiha ev pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka çerkezan, tirkan û hemû gelên li Tirkiyeyê ye."
'Helwesta li hemberî Ocalan, niyeta ji bo çareseriyê jî nîşan dide'
Tuk di axaftina xwe de poliîtîkayên hikûmeta AKP'ê jî wekî 'asîmîlasyon' binav kir û wiha dom kir: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê em amade ne ku piştgirî bidin projeyekî sivîl. Ji bo ku çek rawestin, divê di serî de dewlet îradeyek nîşan bide. Ji Îmraliyê jî bangewaziyek bi vî rengî heye. Birêz Ocalan jî divê zimanên cuda û çandên cuda ji hêla makezagonê vê bên parastin. Ev daxwaziyek dîrokî ye. Tu kes nikare guhê xwe li vana bigire. Li hemberî vê daxwazê bersiva tecrîd û pêkanînên heqaretvarî provakasyon e. Helwesta li hemberî Ocalan, niyeta ji bo çareseriyê jî nîşan dide." Turk di axaftina xwe de li ser hewldanên partiya bane jî rawestiya û wiha dom kir: " Jibo Tirkiyeyê rih û bêhnek nû lazim e. Valahiya di vê siyasetê de ancax partiyekî ku bindestan, kedkaran, çandên cuda dixwaze tije dike."
TÊBINIYA DIYARNAMEYÊ: Ev nûçe û wêne, ji nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hatiye berhevkirin, bêyî destûra DÎHA'yê bikaranîna wê qedexe ye.


