Amed
5'emîn Dadgeha Cezayên a Amedê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan birî.
Îro 8'emîn danişîna vê dozê li Amedê hebû. Piştî parêzer Mahsuni Karaman ji dosyayê vekişiya, parêzer Mehmet Emin Aktar wekî parêzer hat tayînkirin. Aktar dem xwest lê dadgehê dem neda. Aktar got, "Bêyî hûn li benda parastina min bisekinin we duh bi nivîseke biryara xwe diyar kiriye. Parastin mafê min û miwekîlê min e. Ev bingeha darizandina adilane ye. Hûn bêyî demê bidin vê yekê îhlal dikin. Hûn darizandineke adilane binpê dikin û hûn bêalîbûna xwe binpê dikin. Ez daxwaza redî hakim dikim."
Dadgehê daxwazên parêzer red kir û bi sedema "bi daxwaz û xwestek alîkariya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Zeydan birî.
Piştî biryarê Hevşaredar Zeydan daxuyanî da û got, ""Ev biryar di asta tunebûnê de ye. Ligel ku îfadeyên leşkeran û îfadeya pêzanan rastî aniye ziman û li gor me ye jî bi fermaneke siyasî dadgehê ev biryar daye. Ev biryar rêya destdanîna ser mîlyonek û 200 hezar vîna gelê Wanê ye. Li hemberî vê emê demokrasiyê û edaletê heta dawî biparêzin."
Çi qewimî bû?
4'ê sermaweza 2016'an ligel mebûsên din ên HDP'ê biryara destnedana wî hat rakirin û ew şandin girtîgehê. Sedem jî di sala 2015'an de li Geverê çalakiya mertalên zindî li dar xistiye.
Bi îdîaya Zeydan ketine herêma qedexe 5 sal, bi îdîaya gotina "PKK wê bi tifê xwe we bixeniqîne" 3 sal û mehek û 15 roj ceza lê birî.
Roja 26'ê gulana 2021'ê dadgehê ev cezaya 3 salan erê kir lê cezaya din xira kir.
Zeydan 5 salan û 2 meh girtî ma. Dadgeha hêrêmî cezaya wî ya 5 salan betal kiribû. Zeydan 6'ê rêbendana 2022'yan hat berdan. Piştî vê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran carek din dest bi dozê kir û xwest îdîaya Zeydan çûye herêma qedexe yan na bê diyarkirin. Li ser ê yekê qereqolê di rapora amade kiriye de diyar kir ku Zeydan ji herêma qedexe 2.1 kilometre jê dûr bûye. Dîsa di rapora pêzanan de jî ev yek hat eşkere kirin. Ligel vê yekê jî niha ceza li Zeydan hat birin.


