Yaşar Eroglu
Pirtûka Duzimanî ya bi amadekariya Cemîl Oğuz û Dawud Rêbiwar ji Hîvda Îletîşîmê* derketiye piştî sê sal û nîvan gihîşte ber destê min. Min ji Cemîl Oğuz xwest, wî ez neşikênandim, ji kerema xwe re ev daxwaza min anî cih. Ez spasiyê xwe jê re dikim. Ango min ev pirtûk pir dereng xwend. Ji ber vê yekê ez ê rexneyeke derengmayî li Medenî Ferho bikim.
Pirtûk ji bîst û heft nivîsên bîst û du nivîskaran pêk hatiye. Ez bi xwe cara pêşîn e rastî mijareke li ser nîqaşeke wiha pirbeşdar a nivîskarên kurd têm. Ez jî bi gotarekê beşdarî vê nîqaşê bûm. Ev xebat tiştekî pir baş e. Xwendina cur bi cur nivîsên têr û tije mirovan kêfxweş dike. Ji yên ku bi gotarên xwe beşdarî vê nîqaşê bûne yek jî Medenî Ferho ye. Serê pêşîn diyar bikim ku ez bi gotara wî ya dawî ku bersiva daye Arjen Arî têr bûm.
Mixabin nêrîna Ferho şaş e!
Mixabin bi nêrineke xwe ya dawiyê, birêz Ferho wekî dilopeke lîmonê ya demborî ya tehl û tûj ketiye nav wan dîtinên xwe yên têr û tije û tehma wê jê biriye. Di heman paragrafê de du dîtinên bîrêz Ferho bala min dan ser xwe. Birêz Ferho dibêje;
“Me gazind ji Selîm Bereket, ji Yaşar Kemal, Cemal Sureya, Bekîr Yildiz û hwd. hebe, pêwîst e pêşî em şijûna çavên xwe bibînin. Piraniya nivîskarên me (mebest ên li ser nîqaşê nivîsîne ne.Y.E), paşnavê xwe bi zimanê dagirkeran erê kirine. Di bin heman paşnavî de li ser zimanê kurdî, li ser siyaset û hişmendiya kurdî dinivîsin…”
Birêz Ferho dawiya paragrafê wiha tîne û paragrafeke din vedike;
“Pirraniya nivîskarên bi nifşê cihû, bi zimanên cuda dinivîsin. Lê ji sedema ku li nasnameya xwe xwedî derdikevin, her kes dizane cihû ne û wan bi cihûtî erê dike.
Xweşciwanmêrên kurd, di herka çemê dîroka biyaniyan de avjeniyê/melevaniyê dikin.”
Serê xwe tiştên pûç re diêşîne
Bi gotina Ferho be, nivîskarên ku beşdarî nîqaşê bûne bela ku nav û paşnavê xwe neguherandine, di çavên wan de şijûn heye û “di herka dîroka çemên biyaniyan de avjeniyê/melevaniyê dikin”. Birêz Ferho dev ji gerestêrkan berdaye, li ser stêrkên dûr serê xwe gêj dike. Ji mînaka cihûyan tê fêmkirin ku nêrîna wî ya li nasnameyê pir tenik (sığ) û teşeyî (eklektîk) e. Belkî hinek cihû hene bi navên nasnameya xwe û bi zimanên biyaniyan dinivîsin lê bi hezaran cihû hene bi nav û zimanên biyanî dinivîsin û xwe ji bo cihûyan feda dikin. Ez li ser vê mînakê nesekinim, ji ber ku pir nêrîneke tenik e û ji bo angaşta wî têrê nake.
Ev nêrîneke teng û cênikperest e. Ez cenabê birêz Ferho bi cênikperstiyê tewanbar nakim lê nêrîn hemwateya cênikperestiyê ye. Ez bawer im, mirov tiştê ji derve ve tê dîtin, ji pêş ve tê sehkirin ve na, nav û naveroka wî/wê ve binirxîne çêtir e. Pirî caran reng, deng û hwd mirovan dixapînin. Birêz Ferho jî pir baş dizane gelek malbatên kurdan serê pêşîn navê zarokên xwe bi kurdî danîne lê piştre nahêlin zarokên wan peyvekê bi kurdî fêr bin. Gelek kes hene, bi gotina Ferho bi nav û nasname bi kurdî ne lê naverok seranser bi tirkî ne. Birûsk, Piling, Şoreş, Şervan, Berfîn, Beybûn bi navê kurdî ne lê tirkî wisa diaxivin, xizmeteke wisa ji tirkî re dikin ku tu dibêjî ji dema Enderûnê mezûn bûne, qet eleqeya wan bi kurdî re nîn e.
Aliyekî din:
Li gorî Ferho navê mirovan bi kurdî be bes e, li ser serê me re jî davêje. Divê birêz Ferho serê pêşîn kiryar û berhemdêriya kesan binirxîne, ne ku navan binêre, ji sinifê derbas bike. Ew navên ku birêz Ferho bes dibîne, bila di çarçoveya wê gotara wî ya ku ez pir aliyên wê têr û tije dibînim de binirxîne ka ew çi dikin, çi diafirînin û çi difikirin? Wêga wê encameke rast derxe, ne ku bi dûrbînê nêrînê ve. Ango kesên bi navê kurdî wê tênê bi vê yekê ve dîplome bistînin, ên ku ne bi navê kurdî wê di sinifê de mexel bin! Li wir bisekinin, tu kes rê nade ew qas talan û tajanê.
Angaşta birêz Ferho pûç e. Fikreke erzan û xav e. Bi rastî jî yekî mîna Medenî Ferho yê ku dorfireh lêkolînan dike, di navenda nîqaşên zanistî de dijî, wiha rijî û teng difikire ez naxwazim bawer bikim. Lê gava van gotinên wî dinêrim dibêjim helbet ev jî feraseteke û nêrîneke dimaldemayî ye.
Eger em dîtinên birêz Ferho rast bibînin, divê em ji bo dîtina hin tiştan jî kor û gurî bin. Karl Marks ji yek cihûyên herî navdar ê cîhanê ye. Nav û nivîsa wî alman e lê ew bi nijada xwe cihû ye. Hema hema hemû amerîkayiyên latînê bi navê portekîzî, spanyolî ne. Lê tev serok û têkoşerên wan li hember Spanya û Portekîzê şerê welatparêziyê kirine. Çend ji wan bîra Ferho bixim; Sîmon Bolîvar avakarê Bolîvyayê, Augusto Sezar Sandîno Nîkaragua, Che Guevara, Kuba û Bolîvya, Fîdel Castro Kuba. Em li gotina birêz Ferho binêrin welatparêzî û lehengiya wan ne girîng e, navê wan girîng e. Abdulah Ocalan bi nav erebî ye, bi paşnav tirkî ye. Ji bo kesayeta wî jî îzah naxwaze. Mînak pir in. Lê ev qas mînak jî bes in, ji bo pûçkirina dîtinên Medenî Ferho.
Nêrînên birêz Ferho mîna du berana serî dane hev li hev dixin. Ango bivir li gûzeka xwe dixe. Heyf e ku vê nêrînê gelek caran e, tîne ziman û wekî benîştekî di devê xwe de dicû.
Gelek kes hene, bi wan navên birêz Ferho naecibîne cefa kişandine, emrên wan di zîndanan de rizyaye, bi wî navî hatine naskirin. Ji ber wê navên xwe naguherînin. Belkî hin kes jî rasterast naxwazin navên xwe biguherînin. Hin kes jî cur bi cur hincetan naguherînin.
Tenê ji paşnavên wan mirov rexneyê li nivîskaran bi vî awayî bigire divê mirov destê xwe dayne ser wijdana xwe. Ev qas rexne, ji qetrehmiyê bêtir tiştek nîn e.
Eger birêz Medenî Ferho ji bo derengmayîna min rexneyê li min bigire, ji bo derengmayînê lêborîna xwe jê dixwazim. Mixabin pirtûk dereng kete destê, ne ji tiştekî din.
***
Nivîsên Yaşar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di nivîsara kurdî de rexne û rexnegirî
- Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev
- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin şaşiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî
***
* "Dûzimanî" bû pirtûk