Diyarname
Di fînala Kûpaya Qral a Spanyayê de ku di navbera tîma Katalan Barselona û tîma Baskê Athletic Bilbao de hat lîstin sirûda neteweyî ya Spanyayê hat xwendin. Lê temaşevanan di dema xwendina sirûdê defîkand, guh neda sirûdê û ew protesto kir. Li ser vê yekê Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê cezaya pereyan li klûba Barselonayê birî. Barselonayê bi vê gotinê parastina xwe kir: "Mirovên li trîbunên Nou Campê xwedî wî mafî ne ku bi awayekî demokratîk fikrê xwe bînin ziman."
Maça fînalê roja 30'yê gulana 2015'an de di navbera her du tîman de hatibû lîstin. Barselonayê bi 3-1 Athletic Bilbao têk biribû û bi ser ketibû. Ji ber fîkandina li sirûda neteweyî Komîteya Têkoşîna bi Şîdetê ya Spanyayê li Barcelona û Athletic Bilbao 66 hezar Euro cezaya pere birî. Rêveberiya Barselonayê got ku dê cezayê qebûl nekin û ji bo betalkirina cezayê serî lê bidin. Rêveberî wisa got: "Klûbê bi xwe fîkandin organîze nekiriye. Mirovên li trîbunên Nou Campê xwedî wî mafî ne ku bi awayekî demokratîk fikrê xwe bînin ziman. Emê mafê azadiya ramanê heta dawî biparêzin."