logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan
  2. Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye
  3. Niha lîderê Lîga Super Amedspor e
news-details

Roboskî, Afyonkarahîsar, Gezî û 133 mîlyon lîra

Ji bo Xwedê ew wezîrên me yên ku tê îdîa kirin zarokên wan, wan bixwe 133 mîlyon bertil girtine, ji kerema xwe re bila d

  • Dîrok: 21/12/2013
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Orhan Kemal Cengiz*


Li Letonyayê supermarketeke bi navê Maksima rûxiya. Di vê qezayê de 54 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Serokwezîr Valdis Dombrovskis îstîfaya xwe da û got: “Ji ber vê trajedî divê hikumeteke din were ser kar”. Dombrovskis aboriya welatê xwe ya ku li erdê digewizî rakirîbû ser piyan lê kariyera xwe ya siyasî bi hemwelatiyên xwe ên mirî re kir bin axê. Li Tirkiyêyê di deh salên dawî de, di qezayên kar de deh hezar kesî jiyan xwe winda kir. Li tersaneyan, madenan, şantiyeyan, înşatan ji ber binpê kirina qeydeyên ewlehiyên kar her roj çend karker dimirin li vî welatî. Teqînên girîzû, cînayetên tersane wekî bûyerên  ji rêzê têne pêjirandin. Ew qezayên ku zehmetkêşan  wekî bîçerên bikevin nav zêviyan genim radixe ser axê, li vî welatî îstîtayê nayne bîra tu kesî.

***

Talîbanan li Afganistanê du tankerên petrolê yên NATO’yê revandin. Hêzên hewayî ên alman bi operasyoneke serkeftî cihên tankêran dîtin. Li heman cihê ew tankêr îmha kirin. Lê piştre hat fêm kirin ku ev bomberan ber li trajediyeke mezin vekiriye. Talibanan wê gavê petrol  li gelê sivîl belav dikir. Di encama vê yekê de 142 kesî jiyana xwe ji dest da. Serfermandarê Alman Wolfgang Schneiderhan qet vir de wê de nekir û îstîfaya xwe da û çû. Hêzên hewayî ên Komara Tirkiyeyê, li ser 35 hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê de ji asîmanê mirin barandin. Tev zar û zêç parçe bûn. Parçeyên wan jî xizmên wan berhev kirin. Ji navberê du sal derbas bûn. Dev ji îstîfayê berdin, lêborîneke jî nehat xwestin…

***

Li nav meha tîrmehê li Larnakya ku bi agirê dojehê ve dişewitî , cebilxaneyek teqiya, 12 kesî jiyana xwe ji dest da. Germahiya zêde sedema teqînê bû. Wezirê Parastinê  Costas Papacostas, Serfermandar Petros Tsalikidis û Wezîrê Karên Derve Marcos Kipriyanu bê teredut îstîfaya xwe dan.

Li Afyonkarahisara Tirkiyeyê cebilxane teqiya. Meha rezberê bû. Ne germahiyeke zêde, ne lehî, ne erdhej hebû li holê. 25 leşkerên ecemî parçe bûn. Serfermandariya me ev kes wekî “şehidên tofana xwezayî” îlan kirin. Rast e li hemberî tofana xwezayî kî dikare çi bike! Îstîfa kirin nehat bîra kesî jî … 

***

Gava zem hat elektrîkê gelê Bulgaran rabûn serpiyan. Polîsan carnan pir dijwar mudexeleya xwepêşandêran kir. Di van êrîşan de 25 xwepêşandêr birîndar bûn. Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov, got ku ez li welatê ku polîs li mirovan dixe de nikarim li ser hikumetê bisekinim û îstîfa kir. Li Tirkiyeyê di dema protestoyên Gezî de 6 ciwan, ji dijwariya polîsan jiyana xwe ji dest dan, 12 kesî çavên xwe winda kirin. Gelek kes birîndar bûn. Jixwe yên ku girtin hundurê otobusan û li wan dan em nahebisînin jî. Serokwezîrî got: “Polîsan destan nivîsî.” Nehat fêm kirin ku ew destana çi ye.

***

Li Yewnenistanê hunermendekî antî-faşîst ji aliyê faşîstan ve hat kuştin. Kujer ji partiya Berbanga Zêrîn bûn. Gava derket holê ku di navbera vê partî û polîsan de têkiliyek heye, du payebilindên polîsan îstîfa kirin. Hrant Dînk, piştî amadehiya du salan a kujeran, di derheqê kuştinê de ew qas îxbarên ku ji bo polîs û cendermeyan hatin kirin jî di nava rojê de hat kuştin. Kujerê Hirant Dink bi polîs û cendirmeyan re ala tirk jî girtin pişt xwe û fotografê xwe kişand. Hemû burokratên ku îxbara kuştina Dink girtin û li ser guhê xwe ve avêtin, bilind bûn û bilind bûn.

***

Gava behsa neqanûniyê tê kirin yek ji wan trajîk du mînak tên bîra min. Ya yekem, Serokkomarê Almanyayê  Christian Wulff dema serokwezîrê eyalete bû, bi girtina qrediya faîza wê daxistî ve hatibû sûcdar kirin. Rebeno bêyî li benda proseduran bisekine îstîfa kiribû. Çîroka Wezîrê Çandiniyê yê Japonyayê ku sûcê lêçûyînên xwe zêde nîşan dane û diravên zêde kirine bêrikên xwe, dilsotîner e. Li gor standardên Tirkiyeyê ev nelirêtiya ku wî kiribû em dikarin wekî diravên ji bo çerezan bibînin lê Toshikatsu Matsuoka pirsên derheqê vê yekê ku dê jê bihatana pirsîn layiqê xirûrê xwe nedîtin. Li mala xwe, xwe daliqand.

Xwedê biparêze em naxwazin kes xwe bikuje. Lê Ji bo Xwedê ew wezîrên me yên ku tê îdîa kirin zarokên wan, wan bixwe 133 mîlyon bertîl girtine, ji kerema xwe re bila dest ji kare xwe bikşînin.

Peyva ÎSTÎFAyê bila bikeve nav ferhenga siyasî ya me. Bila bê bîra mirovan ku saziyeke wisa heye. Hema carekê jî be… 

*20.12.2013, Radikal


Werger: Rûşen Aslan


Parve Bike

Youtube Me

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Mebûsê AKP'ê rektora AKP'yî rexne û tawanbar kir!

ad

Demirtaş: Bêyî em bitirsin emê têkoşîna xwe bidomînin

ad

Rewşa dawî ya Roj TV

ad

3 mîlyar û nîv mirov bi 8 kesan nakin!

ad

MP'ya HDP'ê li ser hilbijartinê biryara xwe ya dawî da!

ad

Xwendekar naxwînin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

  • 16 08 2026
news

Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye

  • 15 08 2026
news

Niha lîderê Lîga Super Amedspor e

  • 16 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname