Diyarname
Belgefîlmê Ozgur Dogan û Orhan Eskikoy yê bi navê "Du ziman û baholek" vê carê dê li Wêranşarê derkeve pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmê ku heta niha gelek xelat girtiye ev demekê ye li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê. Fîlm niha dê li Wêranşarê bê nîşandayin û di nîşandayîna roja vê şemiyê (14.11.2009), saet 19.00'an de jî derhênerên fîlm jî amade bin û bi temaşevanan re sohbetê bikin.
Fîlmê ku sazkariya wî Perişan Fîlm û Bulut Fîlm kiriye li ser çîroka mamosteyeke tirk û xwendekarên wî yên kurd e ku li gundekî derbas dibe. Di fîlm de Emre Aydin, Zulkuf Yildirim, Rojda Huz û Vehip Huz dilîzin.